NIVÎSKAR
Di warê destxetên kurdî û kevneşopa deqî de pispor e. Pileya lîsansê ji beşa dîrokê wergirtiye û ya masterê di warê Historical Linguistics (Zimanzaniya Dîrokî) ji Zanîngeha Tehranê wergirtiye. Gelek gotarên wî di qada dîrok û wêjeya Kurdistana serdema klasîk de hene. E-mail: mustafadehqan@yahoo.com2 Articles
Nivîskar û derhêner e. Di sala 1969an de li Erziromê hatiye dinyayê. Li Sewazê Zanîngeha Cumhuriyetê beşa Endezyariya Zîraetê xilas kiriye. Di rojnameyên wek Özgür Ülke, Yeni Politika, Demokrasi, Global, Özgür Bakış, Yeniden Özgür Gündem, Ekonomik Gözlem, Birgünê nivîsandiye û niha jî di Yeni Özgür Politikayê de dinivîsîne. Rant ve Savaş Kıskacında Türkiye Ekonomisi (1998), Soğuk Cam (2004), Dağ Medeniyeti (2015), Maden Öyküleri (2015) pirtûkên wî ne. Derhêneriya fîlma Mavi Ring (2013), Êşa Şewatê (2006-kurtefîlm), Zarokên Axa Qelişî (2008-belgefîlm) û Berroj (2015-belgefîlm)ê kiriye.1 Articles
Ji 2016a vir de li Berlînê Zanîngeha Freie Universitâtê profesor e û berîya wê li SOAS (Zanîngeha Londonê) profesor bû. Di lêkolînên xwe de li ser Serdema Navîn a Rojhilata Navîn û dîroka wê ya civakî û çandî disekine. Nivîskarê van berheman e: Medieval Damascus: Plurality and Diversity in an Arabic Library (2016), The Written Word in the Medieval Arabic Lands: A Social and Cultural History of Reading Practices (2012) û Medieval Arabic Historiography: Authors as Actors (2006). Alliances and Treaties between Framkish and Muslim Rulers in the Middle East (2013) û Manuscript Notes as Documentary Sources (2011) di nav wan berheman de ye ku hevedîtorîya wan kirine. Xebatên wî Erebî û Îtalî di nav de bo çendîn zimanan hatine wergerandin. Email: Konrad.Hirschler@fuberlin.de1 Articles
Li Mêrdînê ji dayik bû. Dibistana seretayî li Qesra Qelenderan ya bi ser Mêrdînê ve xwend. Dibistana navîn li Qoserê û lîse jî li Dirbêsiyê xwend. Paşê çû Zanîngeha Dicleyê beşa mamostetiya Dîrokê xwend. Di zanîngehê de li ser folklora bajarên Kurdistanê xebitî. Piştî zanîngehê 2 salan di NÇM de li ser çand û hunerê xebitî. Di vê demê de dest bi nivîsa kurdî kir. Yekem nivîsên wî di Kovara Rewşen de weşiyan. Di gelek kovar, rojname û malperan de nivîsên wî weşiyane. Piştî salên NÇMyê dest bi mamostetiyê kir. Hê mamostetiyê dike. Li zanîngeha Artukluyê di Beşa Ziman û Çanda Kurdî de master kir. Niha li Mêrdînê mamostetiyê dike. Berhemên wî: Dîmenên Derizî, helbest, weşanên sî; Nameyên Nabersivin, helbest, weşanên Aram, Şopa Neşuştî, helbest, weşanên Lîs; Zaremya, helbest, weşanên Lîs; Balgîfa Mar, werger, weşanên Lîs; Pêşangeha Sûretan, roman, weşanên Lîs; Helbesta Nifşê Tîrêjê, Tez weşanên Lîs (li ber çapê ye). Email: imemzal@hotmail.com1 Articles
Sala 1983ê li Deregezê (Xorasan) ji dayîk bûye. Mastera beşa kurdî li Mêrdînê dixwîne. Wergera ji farisî, îngilîzî û zaravayê soranî dike. Wek rojnameger kar dike. Xebatên wî li ser ziman û folklora kurdên Xorasanê didomin. Email: jafarzade.me@gmail.com1 Articles
Li Başûr di sala 1988a de hatîye dinyê. Di 2015a de beşa Ziman û Wêjeya Kurdî li Soran qedandîye. Hin helbest û nivîsên wî yên rexneyî di kovar û rojnameyên de hatine belav kirin. Wek serperiştê kovara edebî û hunerî ya bi navê Kelên xebatên xwe didomîne. Email: soran.m.sure@gmail.com1 Articles
Di sala 1981ê de li Hewlêrê hatiye dinyayê. Qonaxekanî xwêndinî seretayî û nawendî û amadeyî le şarî Hewlêr tewaw kirduwe. Le sallî 2001 le beşî ziman û edebî kurdî/ kolêjî ziman/ zanikoyi Selahedidîn werdegîrê û le sallî 2005 tewawî deka û birwanameyi bekaloriyos le ziman û edebî kurdî werdegrê. Le sallî 2005 yekem gutarî xoyi le govarî (rraman) billaw dekatewe. Le sallî 2013 birrwanameyi master le janrî romanî kurdî le zanikoyi silêmanî be dest dehênêt. Em kitêbaneyi billawkrdotewe. Berhemên wî; Suriyalîzim le Edebî Niwêyi Kurdî da, Le Medreseyi Nalîda, Twêjînewe le Şî'rî Nalî da, Sereta Diyalog Hebû, Tekinîkî Fredengî le Romanî Kurdî da. Email: heme-mentik@yahoo.com1 Articles
Albert Chinualumogu Achebe, (1930- 2013) Romanûs, helbestvan, profesor û rexnegirê Nîjeryayî ye ku bêtir bi navê Chinua Achebe hatiye naskirin. Berhema wî ya herî zêde tê naskirin Things Fall Apart (1958) e di heman demê de pirtûka wî ya yekem e. Berhemên wî yên din: No Longer at Ease (1960), Arrow of God (1964), A Man of the People (1966) ve Anthills of the Savannah (1987) e. Pirtûkê xwe bi zimanê îngilîzî nivîsandiye. Ji ber ku sala 1975an de di konferansa xwe ya bi navê An Image of Africa: Racism in Conrad’s “Heart of Darkness” de wek “nîjadperestê naletî” qala Joseph Conrad kiribû bûbû mijara gelek nîqaşan.1 Articles