NIVÎSKAR
Li Dêrika Mêrdînê hatiye dinyayê. Lîsansa xwe li Enqerêyê li Zanîngeha Rojhilata Navîn ya Teknîkî (METU) de beşa dîrokê de qedandiye. Li Zanîngeha Dicleyê ya Diyarbekirê di beşa sosyolojiyê û li Zanîngeha Mêrdînê ya Artukluyê di beşa Ziman û wêjeya Kurdî de master kiriye. Pirtûka wê Yezidi Kadınlar: Kültürel Sınırların Edilgen Taşıyıcıları sala 2014an de ji aliyê weşanxaneya Avestayê ve hatiye çapkirin. Ji îngilîzî bo tirkî û kurdî wergeran dike. Email: fadsay021@gmail.com15 Articles
Di sala 1983yan de li navçeya Milazgira Mûşê hatiye dinyayê. Pirtûkên wî yên çîrokan Pirça Winda (2010), Bermayiyên Demê (2014) û romana wî Kêmber (2015) ji nav weşanên Avestayê derketine. Email: mehmetsarman83@gmail.com9 Articles
Bi navê xwe yê fermî Taylan Şahan Tarhan, di sala 1986an de li gundê Hezyatê yê Biş- êriyê çêbû. Di sala 2010an de Zanîngeha Hacettepeyê beşa “Kewandina Fîzîkî û Rehabilîtasyon”ê qedand. Li Zanîngeha istanbul Bilgiyê di be a wêjeya Berawirdî de lîsansa bilind bi teza xwe ya bi navê “Helîm Yûsiv’in Edebi Dünyasında Beden ve iktidar (Di Cîhana Edebî Ya Helîm Yûsiv de Beden û Desthilatî)” kuta kir. Di kovara Ajdayê de ku ji aliyê hin xwendekarên li Enqereyê ve dihat weşandin edîtorî kir. Di sala 2008an de çîroka wî ya bi navê “Min bi Perrên Kevokan Bifîrrinin”, di pê baziya çîrokan a ku ji aliyê kovarên “Tîroj” û “Evrensel Kültür”ê de hatibû organîzekirin xelata yekemîniyê wergirt. Di 2009an de berhema wî ya ewil Otopsiya Berbejnekê hat çapkirin. Çîrok, gotar û helbestên wî di kovarên mîna W, Çirûsk, Ajda û Tîroj ê de weşiyan. Niha bi karê rexnegiriya wêjeya kurdî ve eleqedar e û li Stenbolê Zanîngeha Mimar Sinanê beşa sosyolojiyê de xwendevanê doktorayê ye. email: ferzansheer@hotmail.com6 Articles
Ji Rojhilatê Kurdistanê ye. Barzoo Eliassi li Zanîngeha Ox¬fordê wek akademîsyenê lêkolîner kar dike û li Zanîngeha Linnaeusê jî der¬san dide. Xebata wî ya dawî ku hatiye weşandin li ser diasporaya kurd a li Swêdê ye: Contesting Kurdish Identities in Sweden: Quest for Belonging among Middle Eastern Youth (2013, Palgrave Macmillan). Email: barzooeliassi@gmail.com5 Articles
Ji Qosera Mêrdînê ye. Li ser edebiyata kurdî ya modern dixebite. Niha li zanîngeha Mardin Artukluyê li enstîtuya kurdolojiyê wek lêkoler dixebite. Email: lawij@hotmail.com4 Articles
Di sala 1978an de li Stewra navçeya Mêrdînê li gundê El¬fan ji dayik bû. Li zanîngeha Afyon Kocatepe beşa matematîkê xwend, piştî wê dest bi mamostetiya matematîkê kir. Sala 2014an de li zanîngeha Bilgiyê ya li Sten¬bolê di beşa Edebiyata Berawirdî mastira xwe xelas kir. Qederê şeş salan e ku li ser wêjeya kurdî nivîsên rexneyî dinivîse. Di Taraf Kitap, Radikal Kitap, netkurd. com, kulturname.com û kovarên mîna Zend, Dîwar, W, Wenda de nivîsî. Email: heseni_dewres@hotmail.com4 Articles
Di sala 1986an de li gundê Kepir ê bi ser navçeya Qerqaliyê (Ozalp) ve ji dayik bû. Salên xwe yên zaroktî û naşît li ber qeraxa Behra Reş borandiye. Li zaningehên Enqere û Stenbol û Yanyayê (Yewnanistan) yew¬naniya nûjen xwend. Vêga li Zaningeha Teknîkî ya Yıldızê (Stenbol) mamos¬tetiya Îngilîzî dixwine, di ber re jî li Zaningeha Bilgiyê di beşa Xebatên Çandî de mastera xwe li ser bêdengî û wendakirina zimên di sala 2014an de xilas kir. Email: baran.suat@outlook.com4 Articles
Li Rojhilatê Kurdistanê bajarê Sinê di sala 1976an de hatiye dinyê. Akademisyen, nivîskar û wergêr e. Li Sinê Zanîngeha Kurdistanê di beşa Ziman û Wêjeya îngilîzî û Zimanzaniyê de doçent e. Li ser wêjeya hevçerx û teoriya çandê û rexneyê, dîroka wêjeya britanî û amerîkî, terminolojiya rexneyî, û rêbaza lêkolînkirinê ders daye. Pileya yekem a doktorayê di sala 2007an de li Hindistanê ji Zanîngeha Pune di warê rexneya modern de pêwendiya felsefeya Nietzsche (critical philosophy) û teoriyên rexneyî, pileya duyem a doktorayê sala 2010an de ji Zanînge- ha Exeterê di warê Wêjeya Ingilîzî de wergirtiye. Hin berhemên wî ev in: An Analytical Dictionary of Literary and Critical Terms (Ferhengi Shikaraney Zarawey Edebi) bi Mohadmad Mahmudi re, 2004: A Glossary of Literary and Critical Terms, (Kurdish-English, 2001, bi Muhamad Mahmudi re); Gellaley Para- daymi Peresendini Kulturi (2005), Editorê Kurdish Modern Literature Anthropology, 2014 (2 bergan). Diroka Edebiyata Kurdi (bi Farsi, 2008), Edebiyata Kurdi a Hevcherx (bi Farsi, 2015) Werger: Az Roman ta Mellat: Pajuheshi dar Goftemane Revaiye Farsi ve Kordi (Nation and Novel: A Study of Persian and Kurdish Narrative Doscourse, Hashim Ahmadzadeh) bo Farisî 2007; Mikhayl Baxtin: Sewady Wituwej, Pekenin u Azadi, 2008 (Mikhail Bakhtin: Passion of Dialogue, Laughter and Freedom,), wer. bo Farisî. Email: bakhtiar_sadjadi@yahoo.com4 Articles
Sala 1983’yan Qoserê ji dayik bû. Sala 2011’an zanîngeha Dîcleyê beşa tibê qedand. Piştî xebata sê salan a li Cizîrê, niha li Qoserê doxtoriyê dike. email: tekburhan@gmail.com4 Articles