Author: Mêhdî Jafarzade

Sala 1983ê li Deregezê (Xorasan) ji dayîk bûye. Mastera beşa kurdî li Mêrdînê dixwîne. Wergera ji farisî, îngilîzî û zaravayê soranî dike. Wek rojnameger kar dike. Xebatên wî li ser ziman û folklora kurdên Xorasanê didomin. Email: jafarzade.me@gmail.com

Puxte: Campbell li ser mîtên cihanê xebitî û bingeheka hevpar ji mîtan peyda kir ku weke nimûneyeka hevrist di hemû çandan û di hemû deman da dubare bûye. Û wisa jî teorîya xwe ya monomîtê jî derxist ku li gor wê teorîyê hemû mîtên cihanê di eslê xwe da ji çîrokeka hevrist lêbelê bi hûrgilîyên cihêreng çêbûne. Girîngtirîn monomîta wî ku beşekî zêde ji berhemên wî jî li ser vê yekê ne, monomîta “Leheng” e. Berhemên wek “Star War” û “The Lord of the Rings” û gelek ji berhemên binavûdeng ên sînemaya Hollywood li ser vê teorîyê hatine afirandin. Di vê…

Read More