NIVÎSKAR
Doktoraya xwe ji Zanîngeha Uppsalayê wergirt (2003). Ji 2005an heta 2012an li Zanîngeha Exeterê di Enstîtûya Lêkolînên Erebî û Îslamî di Navenda Lêkolînên Kurdî de wek hîndekar û doçent xebitî. Sala 2013an li Enstîtûya Lêkolîn û Geşedanê li Hewlêrê wek vekoler dest bi kar kir. Xebatên wî zêdetir li ser babetên edebiyata berawirdî, avakirina nasnameyê di wêjeya kurdî de, modernîte û encamên wê di çarçoveya post-kolonyal de ne. Heta Niha, ji bilî kitêba Nation and Novel: A Study of Persian and Kurdish Narrative Discourse (Netewe û Roman: Xebatek li ser Rabêja Edebî ya Farsî û Kurdî de) ku li bakur wek Ulus ve Roman: Fars ve Kürt Anlatısal Söylemi Üzerine Bir Çalışma bi tirkî hatiye weşandin, gelek gotarên akademîk li ser wêje û siyaseta kurdî ya modern belav kirine. Di Roman û Nasname de ku li bakur hatiye weşandin de hin gotarên wî yên li ser wêjeya kurdî cih digrin. Email: hashem.ahmadzadeh@irdk.org3 Articles
Di Adara 1985an de li Navenda Colemêrgê ji dayik bûye. Piştî lîseyê, li Zanîngeha Stenbolê beşa Ziman û Edebiyata Tirkî xwend. Li heman zanîngehê mastir kir û li Weşanxaneya İletişimê dest bi edîtoriyê kir. Niha li Stenbolê mamostetiya ziman û wêjeya tirkî dike. Email: ayhanoztunc@gmail.com3 Articles
Lîsansa xwe di sala 2000an de lî Zanîngeha Dokuz Eylülê Fakulteya Perwerdehiyê Beşa Zimanê Tirkî de qedand. Lîsansa bilind li Zanîngeha Anadoluyê de kir. Di sala 2007an de Di Fakulteya Hunerên Bedew de di qada Rexne û Teoriya Hunerê de teza xwe ya bi sernavê “İlhan Berk Şiir ve Desenlerine Fenomenolojik Yaklaşım” xilas kir. Niha di Zanîngeha Stenbolê Fakulteya Ragihandinê de beşa Radyo û Televîzyonê de doktoraya xwe didomîne. Mijara teza wî “Toplumsal Bellek ve Bahman Ghobadi Sineması” (Bîra Civakî û Sînemaya Behmen Qubadî). Di kovarên wek Zend û Tîroj û rojnameya Newepelê de nivîsên wî yên rexneyî hatine weşandin. Karê dublaja bi kirmanckî dike. Bi sernavê “Rêxistina Koçberiya Navneteweyî” û “Karkerên Koçber û Tirkiye” ku di sala 2011ê di bin bana Zanîngeha Marmara û Ankarayê de amade kiriye, lêkolînên wî hene. Kurtefîlmeke wî bi navê BABA657 heye. Email: h.morsumbul@gmail.com3 Articles
Doktoraya xwe di 2014an d li Zanîngeha Columbiayê xilas kir. Babetên xebatê wî dîroka îslamî û siyaseta Rojhilata Navîn e: Îran, Iraq, Tirkiye û Kurd. Li Tirkiye li Mêrdînê Zanîngeha Artukluyê û li NewYorkê City Collegeê dersên li ser dîroka Îslamiyetê û Rojhilata Navîn û siyasetê dane. Niha li NewYorkê Queens Collegeê doçentê alîkar e di Lêkolînên Rojhilata Navîn û Xebatên Îslamî de. Pirtûka wî Competing Nationalisms in the Middle East di Pûşbera 2016a de çap bûye. Email: ksoleimani8@gmail.com3 Articles
Sala 1974an li Rojhilatê Kurdistanê, li bajarê Bokanê ji dayik bûye. Ji sala 1994an ve di warê edebiyatê de bi nivîsîn û wergera edebî re mijûl e. Mastera xwe ya li ser civaknasiyê di sala 2007an de li Zankoya Kurdistanê qedandiye. Endamê Yekîtiya Nivîskarên Başûrê Kurdistanê ye. Berhemên wî yên hatine çapkirin: Dengî Bilûrînî Deq (Gotarên rexneyî), Le Kultûrewe bo Edebiyat (Gotarên edebî), Macbeth (wergêran ji îngilîzî bo kurdî), Marksîzm û Rexney Edebî, Terry Eagleton (wergêran ji îngilîzî bo kurdî), Rexney Edebî û Qutabxanekanî, Charles Bressler (wergêran ji îngilîzî bo kurdî), Tojînewey Tîorîy Edebî, Roger Webster (wergêran ji îngilîzî bo kurdî), Diyalog û Dahênan (hevpeyvînên edebî). Email: yaghoobi74@yahoo.com3 Articles
Li Tirkiyeyê Zanîngeha Hacettepeyê Beşa Zanistên Polîtîk û Rêvebiriya Giştî de doçentê alîkar e. Doktoraya xwe ji Zanîngeha Chicagoyê ji Beşa Ziman û Şaristaniyên Rojhilata Nêz di sala 2011ê de wergirtiye. Xebatên wî di kovarên International Journal of Turkish Studies, Mid- dle Eastern Studies, e Muslim World, Journal of Postcolonial Writing û Ira- nian Studies de hatine weşandin. Pirtûka wî Kurdolojî û Malbata Celîlan: Hevpeyvîn Bi Celîlê Celîl û Cemîla Celîl Ra (2014) ji nav weşanên Avestayê derketiye. Edirne Sükutunun İç Yüzü (2009) û Bobinin Hatası (2011) yên Kamûran Alî Bedirxan û Celadet Alî Bedirxan bo tirkiya nûjen amade kirine. Email: yukselmetin1@gmail.com3 Articles
1977 de qezayê Amedî Pasur de ameya dina. Seba ke wendişê xo dewam bikero 1984 de keyeyê înan bar kerdo û şîyê Dêrsimî. Mekteba mîyanin û lîse Dêrsim de wendo, dima 1996 de Amed de tahsîlê unîversîte kerdo û ewcade beşa bîyolojî qedêno. 2000 ra bi na het nêweşxa¬ne de xebetyeno. Serra 2013 de Ziwan û Kulturê Kurdan yê Unîversiteya Artuklu de dest bi lîsansê berzî kerd. Sera 2009 de kitabê şiir “Büyük Geçit” û Serra 2010 de kitabê çaxî “Bıçak Sırtında” vejiyo. 2010 î ra pey heni dest bi nuştişê kirmancki kerd. Nuşteyê, êye hem tırkî hem zî kirmancki Şewçila, Mühür, Esmer Kürtür, Kitap Zamanı, Birikim, Kalem, Varlık, Taraf Kitap’e de weşanîyayî. Email: acelproust@hotmail.com3 Articles
Ji Rojhilata Kurdistanê ye. Lîsansa xwe li Kermanşahê Zanîngeha Raziyê beşa îngilîzî de, mastera xwe jî li Zanînegha Tehranê beşa îngilîzî de xelas kiriye. Niha li Brîtanyayê Zanînge Exeterê li ser teza xwe ya doktorayê, “Kurdish Theatre: The Evolution of Theatre in Kurdistan” (Şanoya Kurdî: Li Kurdistanê Werara Şanoyê) dixebite û xebatên xwe didomîne. Email: mr316@exeter.ac.uk3 Articles
Ji Rojhilata Kurdistanê ye, vêga li Zanîngeha Exeterê li ber xelaskirina doktora xwe ye. Teza wê ya doktorayê “Peydabûn û Geşbûna Helbesta Kurdî ya Modern”, li helbesta kurdî de hatina ‘modernite’yê vedikole. Farangis teza xwe ya masterê ji Zanîngeha Şahid Beheştî ya li Tehranê wergirtiye û mijara teza wê li ser kolandina adaptasyonên post-modern ên Romeo û Julieta Shakespeare hûr dibû. Li Zanîngeha Exeterê dersên soranî û farisî daye û pirtûkek soranî bo dersê nivîsandiye. Email: fg236@exeter.ac.uk3 Articles
Sala 1971ê li Mahabadê ji dayik bûye. Mamosteyê zanko, derhêner û nivîskarê sînema û şanoyê ye. Heta niha çendîn fîlmname nivîsandine û derhêneriya çendîn fîlmên dirêj ên sînemayî, rêzefîlmên televîzyonî û şanogeriya profesyonel kirine. Sîna herwisa damezrênerê beşa huner li zankoya Azad a bajarê Sinê ye. Bi salan e wek mamoste ders gotiye û dibêje, mîna vekoler gelek babet û gotarên zanistî û workshopên hunerî bi rê ve birine. Email: xosrosina@gmail.com3 Articles