NIVÎSKAR
Pileya doktorayê ji Zanîngeha Stenbolê wergirtiye. Elaqeya wî li ser têkiliyên dîplomatîk ên osmanî-safewî, pevçûnên osmanî-safewî yên di sedsala 16an de û dîroknûsiya farisî ya di bin hîmayeya osmanî de heye. E-mail: vuralgenc@hotmail.com
1986 hatiye dinyê. Lîsansa xwe li Zanîngeha Gaziyê Enqerê Beşa Tûrîzme dê qedand, mastira xwe li wanê Zanîngeha “Yuzuncu Yıl”ê fakulteya Îktîsadê de kir. Li Zanîngeha Şirnexê 5 salan wek akedemîsyen xebitî. Di vê nabeynê de ser çand û folklaran kurdan sê kitêb nivîsî, di hin kovaran de jî li ser çand, antropoljî ya kurdan gotarên wê kurdî, îngîlîzî û tirkî hatin weşandin. Email: nurdanurek@gmail.com
Li Italyayê li Turinê, di 8ê Tabaxa 1969a de hatiye dinyayê. Di 1993ya de, pileya Masterê (MA) ya di warê Klasîkan de ji Zanîngeha Turinê wergirt û 2000a de pileya doktorayê di warê ziman û çanda samiyan de (Semitics) ji Zanîngeha Leidena li Holandê wergirt. Di navbera 2004-2009a de di Zanîngeha Bergamoyê de wek lêkolîner xebitî û dersên zimanê erebî û samî da. Di 2013a de di warê Ziman û Çandên Rojhilata Nêz û Afrîkayê de wek profesor National Scientific Qualification stend. Ji 2015a vir de li Zanîngeha Turinê di Ziman û Çanda Samî de doçent e, dersên fîlolojiya samî dide xwendekarên lîsans û lîsansa bilind. Babetên wî yên sereke yên lêkolînê helbesta Suryankiya klasîk û Ziman û Wêjeyên Aramiya Modern in. Email: alessandro.mengozzi@unito.it
Di sala 2016a de li Zanîngeha Boğaziçiyê Beşa Ziman û Wêjeyên Rojavayî lîsansa xwe qedandiye. Niha li Zanîngeha Bilgiyê Beşa Sînema û Televizyonê de lîsansa bilind didomîne. Teza wê ya masterê li ser sînemaya kurdî de jin û berxwedanê ye. Babetên li ser dixebite sînemaya kurdî, sînemaya netewe-borî û antropolojiya dîtbarî ye. Li Medyascope.tv de pêşkêşî û edîtoriya bernemaye “Sinemasalı” dike. “Köz Film”de asîstaniya produktur dike.