NIVÎSKAR
Fakulteya Zanistên Siyasî ya Zanîngeha Enqereyê xilas kiriye. Li Almanyayê Zanîngeha Kolnê di beşa aboriya giştî de lîsans xwend. Mastera xwe li heman zanîngehê liser siyaseta pere ya Banka Navend a Ewropayê nivîsand. Doktoraya xwe li Zanîngeha Kolnê di Zanista Siyasî ya berawirdkî de derbarê pevçûnên etnîk ên li welatê Bask û Kurdistanê de kir. Wek lêkolînerê mêvan li Norwecê ma. Piştî ku serdemeke li Îngilîstanê, di beşa sosyolojîya zanîngeha Wanê de ders da. Xebatên wî liser neteweperwerî, etnîsîte û pevçûnên etnîk didome. Email: sharohurri@yahoo.de1 Articles
(1939-20ê Tîrmeha 2016an) Sosyolog û dîrokzanê brîtanî bû ku dema mirina xwe de li London School of Economicsê Profesorê Neteweperwerî û Etnîsîteyê bû. Wek damezrênerê qada înterdisîplîner a xebatên neteweperweriyê tê qebûlkirin. Berhemên wî: Theories of Nationalism (1971), State and Nation in the Third World(1983), The Ethnic Origins of Nations (1986), National Identity(1991), Nations and Nationalism in a Global Era(1995), Nationalism and Modernism (1998), Myths and Memories of the Nation(1999), The Nation in History (2000), Chosen Peoples: Sacred Sources of National Identity (2003), The Antiquity of Nations (2004), Cultural Foundations of Nations: Hierarchy, Covenant and Republic(2008), Ethno-symbolism and Nationalism: A Cultural Approach (2009) û gelek gotar.1 Articles
Xelîl Selîm: Li başur di sala 1987 hatye dnê, di sala 2012 pişka saykolojî li zanîngeha Soran qedandîye. Her di vê salêda heta îro li pşka sosyolojî li zankoya Soran xebata xwe dimeşîne, herwesa li ser babetên ku grêdayî bi derûnşîkarî û soşyal saykolojyayê ye, hind nvîsîn li kovar û rojnameyan weşandîye. Ji blî xebata zankoyê, endame ji kovarek edebî û hunerî ewa bnavê Kelên, ku li bajêrê Soran derdkeve. Email: khalil.mawlud@soran.edu.iq1 Articles
Yek ji huzanvanên nuyixwazên rojhilata Kurdistanê ye û tanî niha pirtûkek bi navê(medarî zuqim) belav kiriye. Master di warê endezyariya kiştukalî de anye û nêzî 25 sal e di aliyê huzana nû de xebatê dike, yek ji endamên “Grûpa Dakar"e û ta niha bi dehan huzan û babetên heme reng di kovar û rojnameyan de belav kirine. Ew yek e ji wan hozanvanên ku xwedî ziman û taybetmendiya xweya şe'rî.1 Articles
Di sala 1988 an de ji dayîk bû. Li zaningeha Bogaziçiyê di beşa Edebiyata Înglîzî de dixwîne. Di heman demê de bi Edebiyata Kurdî re jî mijûl e. Sê sala serokatiya Kluba Edebiyatê ya Boğaziciyê kiriye, li wir tevlî xebatên Yazincayê bûye. Îspanyolî, îngilîzî û tirkî dizane û wergeran ji van zimanan dike bo kurdî. Bi feminîzm, gotîk, wêjeya jinan, wêjeya jêredestan, edebiyata trawmayê, edebiyata tekoşînê û wêjeya devkî re eleqedar dibe. Email: hejaturk@gmail.com1 Articles
Li gundekî girêdayî dêrika çîyayê mazî çêbûye. Di sala 2017 an de ji zanîngeha yuzuncu yilê ji beşa mamostetîya ziman û wêjeya Tirkî mezûn bûye. Niha li wanê xwendekarê mastirê yê beşa Kurdî ye. Li ser folklora Kurdî û edebîyata modern a Kurdî dixebite. Email: yehyaomeri@msn.com1 Articles