Author: Îrfan Amîda

Li Mêrdînê ji dayik bû. Dibistana seretayî li Qesra Qelenderan ya bi ser Mêrdînê ve xwend. Dibistana navîn li Qoserê û lîse jî li Dirbêsiyê xwend. Paşê çû Zanîngeha Dicleyê beşa mamostetiya Dîrokê xwend. Di zanîngehê de li ser folklora bajarên Kurdistanê xebitî. Piştî zanîngehê 2 salan di NÇM de li ser çand û hunerê xebitî. Di vê demê de dest bi nivîsa kurdî kir. Yekem nivîsên wî di Kovara Rewşen de weşiyan. Di gelek kovar, rojname û malperan de nivîsên wî weşiyane. Piştî salên NÇMyê dest bi mamostetiyê kir. Hê mamostetiyê dike. Li zanîngeha Artukluyê di Beşa Ziman û Çanda Kurdî de master kir. Niha li Mêrdînê mamostetiyê dike. Berhemên wî: Dîmenên Derizî, helbest, weşanên sî; Nameyên Nabersivin, helbest, weşanên Aram, Şopa Neşuştî, helbest, weşanên Lîs; Zaremya, helbest, weşanên Lîs; Balgîfa Mar, werger, weşanên Lîs; Pêşangeha Sûretan, roman, weşanên Lîs; Helbesta Nifşê Tîrêjê, Tez weşanên Lîs (li ber çapê ye). Email: imemzal@hotmail.com

Puxte: Çanda neteweyî wek diyardeyeke netewebûnê ketiye nav bal û xebatên rêxistinên siyasî yên kurdan jî. DDKD yek ji wan rêxistinan e ku, di sala 1979an de, di nav vê peywendê de kovara Tîrêj ya çandî weşandiye. Tê dîtin ku Tîrêjê hewl daye, wek amrazeke sazkirina nasnameya neteweyî, bi riya ziman û wêjeyê bîr, dîrok, hişmendî û nasnameyeke hevpar biafirîne. Di demajoya vê afirandinê de rûwangeha wan a sereke dijkolonyalîzm e. Di helbestên wê de helwesta dijkolonyal pir serdest e û mînakên berbiçav in bo destnîşankirina pêwendiya di navbera wêje û neteweperweriyê de. Peyvên sereke: Tîrêj, wêje, netewe, helbest, dîrok.

Read More