Author: Chinua Achebe

Albert Chinualumogu Achebe, (1930- 2013) Romanûs, helbestvan, profesor û rexnegirê Nîjeryayî ye ku bêtir bi navê Chinua Achebe hatiye naskirin. Berhema wî ya herî zêde tê naskirin Things Fall Apart (1958) e di heman demê de pirtûka wî ya yekem e. Berhemên wî yên din: No Longer at Ease (1960), Arrow of God (1964), A Man of the People (1966) ve Anthills of the Savannah (1987) e. Pirtûkê xwe bi zimanê îngilîzî nivîsandiye. Ji ber ku sala 1975an de di konferansa xwe ya bi navê An Image of Africa: Racism in Conrad’s “Heart of Darkness” de wek “nîjadperestê naletî” qala Joseph Conrad kiribû bûbû mijara gelek nîqaşan.

Cureyê ku ez dinivîsim li cihê ez lê dijîm bi îzafî tiştekî nû ye û hê jî gelekî zû ye ku mirov rabe bi hûrgilî qala têkiliya navbera me û xwînerên me bike. Bawer im dîsa jî dikarim bi rihetî li ser aliyekî van têkiliyên ku kêm caran tê qalkirin, bisekinim. Ji ber perwerdehiya me ya ewrûpî nivîskarên me wê mazûr bên dîtin ku bibêjin têkili- ya di navbera nivîskarên ewrûpî û xwînerên wan li Efrîkayê xwe ji nû ve hildiberîne. Em ji Ewrûpayê fêr bûne ku nivîskar an hunermendek li çeperê civakê dijî –riha wî heye, cilên wî/wê ecêb…

Read More