Pênasekirina Neteweyê: Li Tirkîyê di 1990an de Dîroknûsîya Kurdî KONRAD HIRSCHLER JI ÎNG.: YUSIV HEMED Mijara vê gotarê li Tirkîyê di salên ‘90an de dîroknûsîya Kurdî ye û bi taybetî jî ka ew çawa nasnameya neteweyî ya Kurdî ava û pênase dike û ji nû ve dixebitîne.[1] Ligel ku li ber hebûna dewleteke navendî li ser pêwendîya dîroknûsîn û nasnameya neteweyî ya Kurdî çend xebat hene, tevgera neteweyî ya Kurdî nebûye mijara lêpirsîneke wiha.[2] Çavkanîyên ku hatine bikaranîn gotarên tekane rojnameya Kurd a bi rojane ye ku Ii Tirkîyê û qismen jî li Almanyayê (Ozgur Gundem-Rojeva Azad û peyrewên wê)…