NIVÎSKAR
Ji Sweregê ye. Dibistan li Rihayê xwend. Li Stenbolê li Zanîngeha Acibademê beşa tenduristiyê xwend. Niha beşa civaknasiyê dixwîne û di ajanseke rûsî de editoriya beşa kurdî dike. Email: zengin.mstf01@hotmail.com3 Articles
Di warê destxetên kurdî û kevneşopa deqî de pispor e. Pileya lîsansê ji beşa dîrokê wergirtiye û ya masterê di warê Historical Linguistics (Zimanzaniya Dîrokî) ji Zanîngeha Tehranê wergirtiye. Gelek gotarên wî di qada dîrok û wêjeya Kurdistana serdema klasîk de hene. E-mail: mustafadehqan@yahoo.com2 Articles
Li Colemergê hatiye dinyayê. Di sala 2013an de li Parîs 3 Sorbonne Nouvelle de doktoraya ser sînemayê xilas kir. Tevî ku aktor, derhêner, montajkar û kameraman e, nivîsên wî li ser sinemayê di rojname û kovarên wek Le Monde Diplomatique, Express, Radikal û Birgünê de hatine weşandin. Navbera 2003-2006an de li Zanînegha Wanê beşa Radyo û telewizyonê de wek asîstan xebitiye. Niha li Mêrdînê Zanîngeha Artukluyê di beşa Ziman û Wêjeya Kurdî de ders dide. Email: yilmazozdil@artuklu.edu.tr2 Articles
Ji Şinoyê ye. Rehber Mehmûdazde nûser û rexnegirî edebî rojhelatî kurdistan e. Ta êsta çendîn kitêbî cidî le ser rexne û teorî edebî çap û bilaw kirdûwetewe. Le biwarî rexney edebî da xawen şêwaz û teorî taybetî xoyetî û le roşnbîranî be tiwanay kurd e. Doktoray "felsefey zanistî " le zankoy zanist û twêjînewekanî Taran wergirtûwe. Ta êsta be deyan witarî cidî û teorîkî le ser edebîyat û roşnbîrî bilaw kirdotewe û xwêndinewey pêkhate xwazaney bo beyte kurdîyekan le kitêbî "pêkhatey beytî kurdî" da xwêndinewey cidî û mêtodîk e lew biware da. Tiwêjînewey akadêmî doktor Mehmûdzade le ser "pirsîyare pile dûwemekan le bestênî rexney edebê da" twêjîneweyekî teorîk e ke be dû zimanî kurdî û farsî bilaw kirawetewe. Email: rahbar_om@yahoo.com2 Articles
Piştewan Kemal Babekir (Pshtewan Kamal Babakir): Di sala 1989a de li Silêmanîyê hatîye dinyayê. Di Kashkulê de lêkolîner e (http://kashkulistan.com/). DidiMn, malpêreke çandî li Kurdistanê, bi rê ve bir. Yekem malpêra çanda Kurdî Cinema in SulyOn bi rê ve bir. Ji 2008a û vir ve, endamekî Koma Şanoyê ya Sebar e, ku li Zanîngeha Silêmanî û kolanên Silêmanîyê pêşandan dike. Bo kanala televizyonê KNN du belgefîlm çêkirine û bûye lîstikvan di şanoya ku adaptasyona helbesta Şêrko Bêkes “Niha Keçek Welatê Min e” bû. Di 2014a de, Pêşbazîya Helbestvanên Silêmanîyê ew wek helbestvanê hêja nas kir. Wergerên wî yên helbestên Kurdî bo Îngilîzî di The Loch Raven Review de hatien weşandin. Di 2016a de ji Zanîngeha Amerîkî ya li Silêmanîyê (AUIS) derçûye ji beşa Teknolojîya Zanînê (Information Technologhy) û wek beşa duyem ji Wêjeya Îngilîzî. Email: pshtewan.kamal@auis.edu.krd2 Articles
Di sala 1981ê de li Mêrdînê ji dayîk bû. Di 2002yan de dest bi xwendina kurdî kir. Di 2004an de, Zanîngeha Wanê beşa Mamostetiya Zimanê Tirkî û di 2011an de Zanîngeha Stenbolê beşa Dramatûrjiyê qedand. Weke dramatûrg di İBŞT û di hin şanoyên kurdî de xebitî. Di Teatra Zîv de derhêneriya şanoyên Şengê û Pengê û Bêlome kir. Li Stenbol û Amedê dersên şanoya kurdî da. Li ser wêje û şanoya Kurdî hin gotar û xebatên wî di kovaran de hate çap kirin. Ji 2009an heta niha weke moderatorê "Şêwira Xwendinê" kar dike û li Stenbolê dijî... Ji berhemên wî yên çapkirî şanonemayên Şengê û Pengê (Weşanên Filîto, 2013) û Siltanê Fîlan (Weşanên Şaredariya Amedê) û ji Soranî romana Ferhad Pîrbal Heft Wêney Rutî Jinî Cenabî Wezîr (Weşanên Avesta, 2014) bi kurmancî hat çapkirin. Amedakariya pirtûka Dîroka Şanoya Kurdî kir. Email: cetoyezedo@gmail.com2 Articles
Ji bajarê Sinê ye. Li Zanîngeha Kurdistanê Beşa Ziman û Edebiyata Farisî qedandiye. Di heman beşê de bi teza xwe Morfolojiya Darştenasî Çîrokên Cadûyî yên Kurdî (The Morphology of Fairy Tales in Kurdish Language) master jî qedandiye. Panzdeh sal e ku li encumena Melewî Kurd serqalê hînkirina zimanê kurdî bûye. Niha wek mamosteyê ziman û wêjeya farisî kar dike. Li Zanîngeha Kurdistanê di bin bana Navenda Kurdnasîyê de li ser projeya Polênbendiya Çîrokên Folklorî Kurdî û ligel Bextiyar Secadî li ser nivîsîna Mêjûy Edebî Kurdî xebitiye û niha bi birêz Bextiyar Secadí re li ser ferhenga têgehên edebî bi zimanên inglízî û kurdî û farisî dixebite. Di warê folklor, werger û wêjeya zarokan de jî xebatên xwe didomîne. Email: mazharebrahimi@gmail.com2 Articles
Di sala 1975an de hatiye dinyayê. Ewil di beşa felsefeyê ya Zanîngeha Ankarayê de û dûre jî di beşa radyo-televîzyon-sînemayê ya heman zanîngehê de xwendiye. Di sala 2011an de di beşa felsefeya sîstematîk û mentiqê de lîsansa bilind xwendiye. Niha di beşa felsefeya sîstematîk û mentiqê ya Zanîngeha İstanbulê de doktorayê dike. Pirtûka wî ya helbestan a bi navê Hê-şîn di sala 2007an de hate çapkirin. Ji dehan zêdetir kitêb ji zimanên din wergerandine kurdî. Gotarên wî yên felsefî û wêjeyî di kovarên mîna Zend, Bîrnebûn, Wêje û Rexne û Rewşennameyê de hatine belavkirin. Endamê Desteya Weşanê ya kovara Zendê, Desteya Çavdêriyê ya Weqfa Îsmaîl Beşîkcî ye. Email: mem-hine@hotmail.com2 Articles