NIVÎSKAR
Hunermend, rexnegirê hunerê û nivîskar e. Di sala 1971’ê de li bajarokê Hezexê ya bi ser Şirnexê ve hatiye dinyê. Di sala 1988’an de Zanîngeha Çukurovayê, Fakulteya Perwerdehiyê Beşa Nîgarê qedand. Di heman salê de, ji bo lîsansa bilind li Zanîngeha Mêrsînê Fakulteya Fen-Edebiyatê di Beşa Felsefeyê de cî girt, lê xwendina xwe nebir serî. Hin ji berhemên wî ev in: Rojnivîska Spînoza (roman), Pêşbaziya Çîrokên Neqediyayî (roman), Keleh (çîrok), Gramera Bêhizûr (roman). Email: sener.ozmen@gmail.com1 Articles
Sala 1985a de li Kirmaşanê hatiye dinyayê. Perwerdeya xwe li Kirmaşanê xilas temam kiriye. Bi taybetî li ser ziman û wêjeya gelêrî ya Kurdîya Kelhûrî lêkolînan dike. Li deverên Kirmaşan, Îlam, Xaneqîn, Bîcar û yên din digere, xebatên berhevkariyê dike. Ji xeynî Kurdîya Kelhûrî bi zaravayên Kurmancî û Soranî jî dinivîsîne.1 Articles
Salî 1977 le şarî Merîwan le dayik bû. Lîsansî zanistî fiziya, master û doktoray komelnasî xwendiye. Damezrêner û serokî binkey ferhengî-hunerîy xwêndkare kurdekanî Zankoy Zencan (Vejîn) e. Xawen îmtiyaz û sernûserî dû govarî xwêndkarîy Ferasû û Afaqê No. Damezrêner û endamî destey berêweberayetîy binkey zanistî-ferhengîy Ronan (Merîwan). Sernûserî werznamey şîkarî-lêkolîneweyî Zirêbar. Endamî şoray sernûserîy werznamey Bîr û Hizir.1 Articles
Helbestvan, nivîskar û wergêr e. Sala 1969an de li gundê Newere ya nêzî bajarê Sinê ji dayik bûye û niha li wir dijî. Di tu dibistan û zanîngehan de nexwendiye. Pîremêrd û Derya ya Hemingway, Edeb Çi ye ya Maxim Gorkî, Axêzgeya Binemalle ya Engels wergerandiye bo kurdî. Berhemên wî yên helbest û çîrokan jî belav bûne.1 Articles
Navê wî yê resen Nebez Semed Ehmed e. Di sala 1988'an de li bajarê Koyê ji dayik bûye. Ji dibistana seretayî heta amadeyiyê li Koyê xwendiye. Piştre li Ranyayê di Beşa Felsefeyê ya Koleja Zanistên Mirovî ya Zanîngeha Koyê de xwendiye. Di sala 2011'an de bi pileya yekemînî ji beşa felsefeyê mezûn bû û dûre li Ranyayê di Koleja Zanistên Mirovî de wekî lêkolînerê alîkar dest bi kar kiriye û ji bo xwendina xwe çûye Birîtanyayê. Di sala 2015'an de di Zanîngeha Manchesterê di warê etîk û felsefeya siyasî de mastira xwe temam kiriye. Teza wî ya mastirê "Hannah Arendt, totalîterîzm û jenosîd (Enfal)" e. Di sala 2016'an de di Beşa Şêwekarî ya Koleja Hunerî ya Zanîngeha Silêmaniyê de dest bi mamostetiyê kir. Di vê beşê de li ser felsefeya hunerê û estetîkê" ders dide. Bi zimanê Kurdî û Îngîlîzî dinivîse. Heta niha gelek gotar û lêkolînên wî di kovar û rojnameyan de hatine belavkirin. Gelek gotar û lêkolîn jî wergerandine. Her wiha endamê desteya nivîskaran a kovara Konseptê bû.1 Articles
Di 23/3/1977an de li Hewlêrê, navçeya Soranê ji dayîk bûye. Niha wek Profesorê Alîkar mamosteyê Zanîngeha Soranê ye. Lîsans, master û doktoraya xwe li Zanîngeha Selahaddînê kuta kiriye. Bi giştî li ser edebiyata kurdî lê bi taybetî li ser helbesta klasîk û helbesta kurdî ya modern dixebite. Berhemên wî: Erûz weku pêwerêk bo saxkirdinewey şiêrî Nalî, lêkolîna edebî, wezareta rewşenbiriyê, Hewlêr, 2011; Sîmakanî tazekirdinewey şiêrî kurdî 1898-1923, lêkolîna edebî, dezgeha spîrêz, Duhok, 2005. Di navbera salên 1999-2015an da bi dehan lêkolînên zanistî di warê ziman û edebiyata kurdî di kovar û weşanên kurdistan û derveyî kurdistanê da belav kirine. Herwisa beşdarî çendîn konferens û civînên navnetewî û navxweyî jî bûye. Email: yadgar.ameen@soran.edu.iq1 Articles
Di sala 1960î de li bajarê Bane li rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû. Di sala 1978an de bû mamoste û sê salan li dibistanên gundên Kurdistanê mamostetî kir. Piştî şoreşa îslamî ya Îranê bi tawana çalakiyên siyasî pêlekê hat girtin û ji mamostetiyê jî hat avêtin. Di temenê şazdeh saliya xwe de helbest bi zimanê kurdî nivîsand. Piştî şoreşa sala 1979an bi awayekî cidî dest bi nivîsandinê kir. Kitêba xwe ya çîrokan di sala 1993an de li rojhilatê Kurdistanê çap kir. Ji wê demê û heta niha li rojhilat û başûrê Kurdistanê sê kitêbên çîrokan, sê roman û dehên gotarên edebî û teorîk belav kirin. Bi zimanê farisî jî, ji xeynî çend gotar û hevpeyvînên edebî û çendîn çîrokên ku di kovarên farisî yên Îranê de belav kirine, li ser daxwaza dezgeha mîrata çandî ya Îranê, li Tehranê kitêbek jî li ser edebiyata destanên kevin yên kurdî bi navê Şîrovekirina bingeha destanên kurdî yên eşqê nivîsandiye. Xelata salane ya dezgeha Arasê li Hewlêrê di sala 2005an de û xelata zêrîn a Herdî ya afirandinê di sala 2008an de di festîvala Gelawêj de li Silêmaniyê wergirtiye. Email: atanahaee@gmail.com1 Articles
Çalakvanekê dîwarê rexneya edebî ye û li rojhelata Kurdistanê dijî. Lîsansa wî di edebiyata farisî de ye û heta niha gelek gotar li rojname û kovarên edebî de li ser helbest û çîroka kurdî belav kirine.1 Articles