Puxte Ev weşana zêmara keşeyê keldanî David Barzan (m. 1880) xwe dispêre destxeta wî ku bixwe helbestên wî yên bi suryankî, aramiya nû û kurdî. Ev helbest di nav peywenda kevneşopa vekirîbûnê ya Dêra Rojhilat a bo pirzimanî û profîla sosyolînguîstîk a suryaniyên Rojhilat ku li Kurdistanê dijiyan, tê pêşkêşkirin. Ev pergala sofîstîke lê kêm a nivîsîna fonemên kurdî ya bi zimanê suryankî kevneşopên suryaniya klasîk bi kevneşop û nîşaneyên fonetîk ku ji bo zimanên din tê bikaranîn, bi taybetî erebî û aramiya nû, vê girêdide. Ligel edîsyona deqê tîpguhêziya bo ortografiya kurdiya nûjen û wergera îngilîzî jî heye.
Author: Mustafa Dehqan
Puxte: Di gotara beriya vê “Reflections on Sharaf Khans Autobiography” de (Fikrên Derbarê Otobiyografiya Şerefxan de), me hewl da cimaeta akademîk qanih bikin ku 1012/1603-04, dîroka qebûlkirî ya mirina Şerefxan, red bikin.[1] Em vê nêrîna xwe dispêrin çend belgeyên osmanî û ermenî yên neçapkirî ku em li gor van texmîn dikin ku dîroka mirina Şerefxan demeke di navbera 1007/1603-04 û destpêka 1010/1601-02 de ye. Tê îdiakirin ku ihtimal e sedema mirina wî kuştin bû. Dema ev gotar di çapê de bû jî em li hin belgeyan rast hatin ku berê nehatin ferqkirin û hêja ye bên hesibandin. Wek babet bo…