Author: Memê Mala Hine

Di sala 1975an de hatiye dinyayê. Ewil di beşa felsefeyê ya Zanîngeha Ankarayê de û dûre jî di beşa radyo-televîzyon-sînemayê ya heman zanîngehê de xwendiye. Di sala 2011an de di beşa felsefeya sîstematîk û mentiqê de lîsansa bilind xwendiye. Niha di beşa felsefeya sîstematîk û mentiqê ya Zanîngeha İstanbulê de doktorayê dike. Pirtûka wî ya helbestan a bi navê Hê-şîn di sala 2007an de hate çapkirin. Ji dehan zêdetir kitêb ji zimanên din wergerandine kurdî. Gotarên wî yên felsefî û wêjeyî di kovarên mîna Zend, Bîrnebûn, Wêje û Rexne û Rewşennameyê de hatine belavkirin. Endamê Desteya Weşanê ya kovara Zendê, Desteya Çavdêriyê ya Weqfa Îsmaîl Beşîkcî ye. Email: mem-hine@hotmail.com

Ali Kemal Çınar yek ji sînemagerên kurd e ku kariyera wan a sînemayê li Amedê dest pê kiriye û didome. Çınar ku di sala 1976an de li Amedê ji dayik bûye û li Zanîngeha Dîcleyê beşa mamostetiya bedenparêziyê xilas kiriye, li Amedê sînema nas kiriye û ji destpêkê ve di nav xebatên çêkirina sînemayê de cî girtiye. Yek ji damezrînerên Klûba Sînemayê ye ku ji aliyê komek sînemahezan ve sala di 2003yan de hatibû damezrandin. Heta niha du fîlmên metradirêj Kurtefilm (2013) û Veşartî (2016) çêkiriye; niha li ser fîlma sêyem Gênco dixebite. Serpêhatiya Ali Kemal Çınar nîşanî me dide êdî ew derfet hene ku ji Amedê derhênerên…

Read More

Puxte: Di destpêka vê nivîsê de behsa pêkhatina sînemaya neteweyî tê kirin. Sînemaya Kurdî ji ber ku di wê sedsalê de pêk nehatiye, Kurdistan welatekî parçekirî û dagirkirî ye, Kurd li gelek welatên cihê belav bûne, ji hin taybetmendiyên sînemaya neteweyî dûr mane. Di vê nivîsê de behsa wan taybetmendiyan tê kirin û li xalên hevpar ên sînemaya Kurdî tên vekolandin. Mijara fîlmên Kurdî yek ji xalên sereke yên hevpar ên sînemaya Kurdî ne û mijara berhemên sînemaya Kurdî dişibin hev. Ji ber vê jî du fîlmên derhênerên parçeyên cihê yên Kurdistanê ango fîlma Sirte Legel Ba ya Şehram Elîdî û fîlma Dengê Bavê Min a Orhan Eskikoy…

Read More