Author: Çetoyê Zêdo

Di sala 1981ê de li Mêrdînê ji dayîk bû. Di 2002yan de dest bi xwendina kurdî kir. Di 2004an de, Zanîngeha Wanê beşa Mamostetiya Zimanê Tirkî û di 2011an de Zanîngeha Stenbolê beşa Dramatûrjiyê qedand. Weke dramatûrg di İBŞT û di hin şanoyên kurdî de xebitî. Di Teatra Zîv de derhêneriya şanoyên Şengê û Pengê û Bêlome kir. Li Stenbol û Amedê dersên şanoya kurdî da. Li ser wêje û şanoya Kurdî hin gotar û xebatên wî di kovaran de hate çap kirin. Ji 2009an heta niha weke moderatorê "Şêwira Xwendinê" kar dike û li Stenbolê dijî... Ji berhemên wî yên çapkirî şanonemayên Şengê û Pengê (Weşanên Filîto, 2013) û Siltanê Fîlan (Weşanên Şaredariya Amedê) û ji Soranî romana Ferhad Pîrbal Heft Wêney Rutî Jinî Cenabî Wezîr (Weşanên Avesta, 2014) bi kurmancî hat çapkirin. Amedakariya pirtûka Dîroka Şanoya Kurdî kir. Email: cetoyezedo@gmail.com

Destpêk: Hisên û Alan, piştî têkbirina Sedam li Başûrê Kurdistanê dixwazin fîlmekî li ser Enfalê çêbikin. Gelek zehmetî li pêşberî wan in, pirsa sereke jî peydekirina aktrîstekê ye. Hewldanên wan, bi hatina Sînor re vediguheze. Lê pismamê wê Hîwa û apê wê Hamid nahêlin Sînor di fîlm de bilîze. Sînor ji bo ku di fîlm de bilîze daxwaza zeweca bi Hîwa re qebûl dike. Dest bi fîlma Enfalê dikin, lê di paşxana kêşanê de kêşe û astengiyên wan her didomin. Perê wan diqede, Hisên û Alan ji bo kêşana fîlm di lêgerînê de ne. Di hemû sehneyên ku Sînor tê de dilîze, destgirtiyê wê Hîwa li seta…

Read More

Berfîn Emektar, di 1979an de li navçeya Çewlikê Gêxî (Kiğı) hate dinyayê. Di 3 saliya xwe de bi malbata xwe re koçî Îzmîrê dike. Di sala 1993an de li NÇMya Îzmîrê di perwerdehiya beşa zarokan de tev li atolyeyan dibe. Di 1996an de li heman cihî dest bi perwerdeya şanoyê dike. Heta 2003an li NÇMya Îzmîrê di koma Şanoya Hêvî de û ji 2003yan şûn de jî, li NÇMya Stenbolê di Koma Teatra Jiyana Nû de cî digire. Ji 2005an heta 2010an di hin bernameyên TVyan de weke pêşkeşvan xebitî. Ji 2010an vir de li Şanoya Bajêr a Amedê lîstikvaniyê…

Read More