Author: Rehber Mehmûdzade

Ji Şinoyê ye. Rehber Mehmûdazde nûser û rexnegirî edebî rojhelatî kurdistan e. Ta êsta çendîn kitêbî cidî le ser rexne û teorî edebî çap û bilaw kirdûwetewe. Le biwarî rexney edebî da xawen şêwaz û teorî taybetî xoyetî û le roşnbîranî be tiwanay kurd e. Doktoray "felsefey zanistî " le zankoy zanist û twêjînewekanî Taran wergirtûwe. Ta êsta be deyan witarî cidî û teorîkî le ser edebîyat û roşnbîrî bilaw kirdotewe û xwêndinewey pêkhate xwazaney bo beyte kurdîyekan le kitêbî "pêkhatey beytî kurdî" da xwêndinewey cidî û mêtodîk e lew biware da. Tiwêjînewey akadêmî doktor Mehmûdzade le ser "pirsîyare pile dûwemekan le bestênî rexney edebê da" twêjîneweyekî teorîk e ke be dû zimanî kurdî û farsî bilaw kirawetewe. Email: rahbar_om@yahoo.com

Puxte: Em Witare Basêke Le Ser “Şîn‌tirîn Betal” Yekemîn Komele Şê’rî Bilawkirawey Yûnis Rezayî. Şê’rî şêt şêwazêkî awangardî şê’rî kurdî‌ ye ke dekirê bilyên pêwendîyêkî kem (belam nek sist) le gel koy deqekanî pêş xoy heye û her lew kate da detiwanê bo dahênanekanî diway xoy le deqekanî tazetir da nexşeyek dabirêjê. Yekêk le berçawtirîn taybetmendîyekanî em şêwe şê’re, pêkhatey na xetî û çeşnêk zawzêy wişe ye ke le nawî ‌da debîndrê. Lem witare da hewl dirawe şê’rî şêt be çendîn mêtodî rexneyîyewe bixwêndrêtewe û çendîn pîşnîyar bo hels‌ûkewtî xwêner le gel em çeşne şê’re hatûte arawe. Wişe serekîyekan: şê’rî…

Read More

Puxte: Tiyorîyî nêwandeqêkî le pantayî rexneyî edebî da le layen rojyek le qutabxane rexneyekanewe selmêndirawe û karî pêkrawe. Bellam renge heta êsta rexnegran beşwên çespandinî (êsbatkirdinî) nawaxnî em tiyorîweye nebûbin. Lem witare da hewl dirawe be kelk wergirtin le boçûnekanî karil çopêr em tiyorîye biçespêndirê. Hem weha hewl dirawe wilamî em pisyarî bidrêtewe ke deqe edebîyekan lebarî ontolojîkewe ser be cîhanêkin û çi şêwe bûnêkyan heye.

Read More