Author: Piştewan Kemal Babekir

Piştewan Kemal Babekir (Pshtewan Kamal Babakir): Di sala 1989a de li Silêmanîyê hatîye dinyayê. Di Kashkulê de lêkolîner e (http://kashkulistan.com/). DidiMn, malpêreke çandî li Kurdistanê, bi rê ve bir. Yekem malpêra çanda Kurdî Cinema in SulyOn bi rê ve bir. Ji 2008a û vir ve, endamekî Koma Şanoyê ya Sebar e, ku li Zanîngeha Silêmanî û kolanên Silêmanîyê pêşandan dike. Bo kanala televizyonê KNN du belgefîlm çêkirine û bûye lîstikvan di şanoya ku adaptasyona helbesta Şêrko Bêkes “Niha Keçek Welatê Min e” bû. Di 2014a de, Pêşbazîya Helbestvanên Silêmanîyê ew wek helbestvanê hêja nas kir. Wergerên wî yên helbestên Kurdî bo Îngilîzî di The Loch Raven Review de hatien weşandin. Di 2016a de ji Zanîngeha Amerîkî ya li Silêmanîyê (AUIS) derçûye ji beşa Teknolojîya Zanînê (Information Technologhy) û wek beşa duyem ji Wêjeya Îngilîzî. Email: pshtewan.kamal@auis.edu.krd

Hin hunermend bi awayekî berhemên xwe diafirînin ku ti pêwendîyeke jîyana wan li gel berhemên wan nîne û dibe mirov bêyî têgihîştina ji jîyana wan hunermendan li ser berhemên wan lêkolînan bike, hin hunermend hene berevajî vê yekê ne, jîyana wan karîgerîyeke zêde li ser berhemên wan danîye. Yilmaz Guney yek ji wan hunermendan e ku jîyana wî gelek bandor li ser berhemên wî yên hunerî danîye. Em dikarin li ser komek nimûne ji jîyana Yilmaz Guney vekolin û bi vî rengî em têbigihêjin ka çawa jîyana wî bandor li ser berhemên wî danîye. Guney dibêje: “Dema ez zarok bûm…

Read More

“Kurd xwe Winda Dikin, Amade ne xwe ji bo Tirka Fîda Bikin”                                         Hevpeyvîn li gel Kazim Oz li ser Fîlmê Zer                                         PIŞTÎWAN KEMAL JI SORANÎ: EYYUP SUBAŞI Li Fêstîvala Dihokê fîlmê Zer ê Kazim Oz hate nîşandan. Her li wir min çav bi derhênerê fîlm ket û me dest bi gotûbêjê kir li ser ezmûna karkirina wî di sînemayê de; bi taybetî jî li ser çawanîya çêkirina fîlmê Zer. Zer fîlmekî balkêş e ku tê de hewl dide bi awayekî…

Read More