Author: Sacha Alscancakli

Puxte: Dîroka xebatên Kurdî ya di serdema beriya sedsala 20mîn hatiye îhmalkirin. Dema hatiye nîqaşkirin jî, ji bo derbasî geşedanên derengtir bibin, bi çend mînakan tenê wek karekî acil hatiye dîtin. Vê rê li ber projeksiyonên anakronîk ên rewşa hemdem a vê qadê li ser rabirdûyê vekiriye. A din, boçûna gelemperî ya nepeywendkirî destûr nedaye ravekirineke rexneyî ya geşedanên vê qadê û awayê ku meyl û nirxandinên global tê de rû didin. Bi vê xebata peywendkirinê, ev gotar dixwaze geşedanên beriya sedsala 20mîn baştir bê famkirin û taybetmendiyên taybet ên bi vê geşedanên re peyda bûne tesbît bike. Peyvên sereke:…

Read More

Puxte: Şerefnameya Şeref Xanê (949-1009/1543-1600) mîrê Bidlîsê di salên 1005-7/1596-99 de hatiye nivîsandin û li nav berhemên herî hêja yên dîroka Kurdî de cih digire. Ji dema weşandina wê ta îro, ew bê navber hat kopîkirin; wekî din, nêzî dused sal bi ser “kişfkirina” wê û xebatên “rojhilatnasan” ên li ser wê re bihurîn. Dîsa jî, pêwîstiya gelek aliyên Şerefnameyê bi lêkolînên zêde heye, di nav wan de çavkaniyên berhemê û bikaranîna wan ji hêla Şeref Xan ve. Mebesta vê nivîsê jî ew e ku li ser vê babeta taybet lêkolîneke bikêr pêşkêş bike, ango bikeve hewla diyarkirina dîroknasên ku…

Read More