Author: Hüdai Morsümbül

Lîsansa xwe di sala 2000an de lî Zanîngeha Dokuz Eylülê Fakulteya Perwerdehiyê Beşa Zimanê Tirkî de qedand. Lîsansa bilind li Zanîngeha Anadoluyê de kir. Di sala 2007an de Di Fakulteya Hunerên Bedew de di qada Rexne û Teoriya Hunerê de teza xwe ya bi sernavê “İlhan Berk Şiir ve Desenlerine Fenomenolojik Yaklaşım” xilas kir. Niha di Zanîngeha Stenbolê Fakulteya Ragihandinê de beşa Radyo û Televîzyonê de doktoraya xwe didomîne. Mijara teza wî “Toplumsal Bellek ve Bahman Ghobadi Sineması” (Bîra Civakî û Sînemaya Behmen Qubadî). Di kovarên wek Zend û Tîroj û rojnameya Newepelê de nivîsên wî yên rexneyî hatine weşandin. Karê dublaja bi kirmanckî dike. Bi sernavê “Rêxistina Koçberiya Navneteweyî” û “Karkerên Koçber û Tirkiye” ku di sala 2011ê di bin bana Zanîngeha Marmara û Ankarayê de amade kiriye, lêkolînên wî hene. Kurtefîlmeke wî bi navê BABA657 heye. Email: h.morsumbul@gmail.com

Destpêk: Civak çiqasî bikaribin nasname û aîdîyetên xwe bi awayekî zelal derxin pêş hingê dikarin bibin civakek bi rêk û pêk. Pêkan e mirov bêje, bi qasî ku meriv aîdîyeta xwe ya bi cihekî ve geş bike bîra civakî xwe ewqas nû dike, û bi kêrhatî dibe. Piştî ku sînema wekî qadeke civakî hate dîtin û şûn de em dibînin lêkolînên di vê qadê de bi analîzên li ser dîmenan ve xurt dibin. Gelek hêma û dîmenên derbarê paşerojê de ku di hişê me de ne, bi rêya sînemayê pêk hatine. Di vê çarçoveyê de ji dîmenên belgeyî, heya bi…

Read More

Puxte: Ev nivîs bi îdîaya ku sînema wek cîwar (mekan) dikare bê analîzkirin tevdigere. Cîwar, ewil di fizîkê de, tevî erdnîgarî, avahîsazî, sosyolojî, wêje û felsefeyê îmkanên jinûvexwendinê dide. Nivîs dema tê sazkirin, ew bixwe dibe binemayek û xwe dike cîwar. Peyv, wek alavên avakirinê, hêza wan a watedayîn û sazkirina xuyangê de (a tê avakirin) tê ceribandin. Bi vê riwangeyê, armanca nivîsê, di nav sînemaya kurd de wek xebateke kolandinê dikare bê binavkirin. Bo vê armancê, Veşartî (2016), fîlmê metrajdirêj a Ali Kemal Çınarê ji bakurê Kurdistanê ji aliyê ciwarê tê veçirandin. Ali Kemal Çınar bi tercîha xwe ya bo sînemaya serbixwe heta binerdî hewl dide xwe,…

Read More

Puxte: Ev nivîs bi îdîaya ku sînema wek cîwar (mekan) dikare bê analîzkirin tevdigere. Cîwar, ewil di fizîkê de, tevî erdnîgarî, avahîsazî, sosyolojî, wêje û felsefeyê îmkanên jinûvexwendinê dide. Nivîs dema tê sazkirin, ew bixwe dibe binemayek û xwe dike cîwar. Peyv, wek alavên avakirinê, hêza wan a watedayîn û sazkirina xuyangê de (a tê avakirin) tê ceribandin. Bi vê riwangeyê, armanca nivîsê, di nav sînemaya kurd de wek xebateke kolandinê dikare bê binavkirin. Bo vê armancê, Kurtefilm (2013), fîlma metrajdirêj a Ali Kemal Çınarê ji bakurê Kurdistanê ji aliyê ciwarê tê veçirandin. Ali Kemal Çınar bi tercîha xwe ya bo…

Read More