Author: Mezher Ibrahîmî

Ji bajarê Sinê ye. Li Zanîngeha Kurdistanê Beşa Ziman û Edebiyata Farisî qedandiye. Di heman beşê de bi teza xwe Morfolojiya Darştenasî Çîrokên Cadûyî yên Kurdî (The Morphology of Fairy Tales in Kurdish Language) master jî qedandiye. Panzdeh sal e ku li encumena Melewî Kurd serqalê hînkirina zimanê kurdî bûye. Niha wek mamosteyê ziman û wêjeya farisî kar dike. Li Zanîngeha Kurdistanê di bin bana Navenda Kurdnasîyê de li ser projeya Polênbendiya Çîrokên Folklorî Kurdî û ligel Bextiyar Secadî li ser nivîsîna Mêjûy Edebî Kurdî xebitiye û niha bi birêz Bextiyar Secadí re li ser ferhenga têgehên edebî bi zimanên inglízî û kurdî û farisî dixebite. Di warê folklor, werger û wêjeya zarokan de jî xebatên xwe didomîne. Email: mazharebrahimi@gmail.com

Puxte: Mebest ji nivîsîna vê gotarê, diyarkirina dêsmana çîrokên kurdî yên efsanewî ye. Di vê lêkolînê de ji modela dariştenasiya Vladimir Propp sûd hatiye wergirtin. Modela Propp ji tehlîlkirina 100 çîrokên rûsî yên efsanewî pêk tê, 31 hêmanên sereke jê re hatine peydakirin ku bingeh û dêsmanên van çîrokan pêk tînin. Propp ji bo van hêmanan bêjeya “erk” bi kar aniye. Encama vê tehlîlkirinê diselimîne ku çîrokên efsanewî yên kurdî, xwedî heman dêsmanên çîrokên rûsî ne û erk jî heman erk in ku Propp destnîşan kirine. Lê li çawanî û şêweya cîbicîbûna hin erkan ciyawazî tê dîtin ku sedem jî cudabûna…

Read More

Puxte: Çîrok weke janreke girîng a edebiyata gelêrî ye, ev ronîkera gelek ji xalên tarî yên jiyana mirov e û berevajî edebiyata nivîskî, rengvedana serhatiyên xelkê asayî û çîna bindest e. Çîrokên folklor ên kurdî tevî ku li gel motîvên cihanî û destanên hevbeş di nava wan da berçav in lê xwedan hin taybetiyan in ku dibine sedema ciyawaziya wan û çîrokên neteweyên din û xasma jî gelên cîran. Destpêka xebata berhevkirina çîrokên kurdî vedigere nîvê sedsala şanzdehan û di maweya sed û şêst salî de û bi taybetî jî di salên dawî de gelek çîrok hatine berhevkirin. Tevî van…

Read More