Author: Şener Özmen

Hunermend, rexnegirê hunerê û nivîskar e. Di sala 1971’ê de li bajarokê Hezexê ya bi ser Şirnexê ve hatiye dinyê. Di sala 1988’an de Zanîngeha Çukurovayê, Fakulteya Perwerdehiyê Beşa Nîgarê qedand. Di heman salê de, ji bo lîsansa bilind li Zanîngeha Mêrsînê Fakulteya Fen-Edebiyatê di Beşa Felsefeyê de cî girt, lê xwendina xwe nebir serî. Hin ji berhemên wî ev in: Rojnivîska Spînoza (roman), Pêşbaziya Çîrokên Neqediyayî (roman), Keleh (çîrok), Gramera Bêhizûr (roman). Email: sener.ozmen@gmail.com

Puxte: Digel ku cîhana hunerê ya kûrewî û bêwefa navê wî yê pîroz – bo gelekan bêyom – demeke gelekî dirêj e hilnede jî, Alexander Brener, hevjîn û hevrêya wî ya heta hetayê, Barbara schurz, di Rêbendana 2005an de ji bo edîtoriya hejmara duyemîn a kovara art-istê (ya pêla duyemîn) li Konstantînapolîsê, li der û dorên Beyoğluyê wan deran bûn; her du jî şaşwaz, pariyekî hêrsoyî û piştşikestî bûn, lew re xeyn ji hevalekî wan ê hunermend ê ku di wê sîratûlmisteqîmê de wekî Xoce Xizirî bi hewara wan ve hatibû, di wê kurtemêvaniyê de kesî pûte bi wan, bi…

Read More