Puxte: Sedemeke herî girîng a nûbûna helbestên kurdî di destpêka sedsala 20em de, girêdayî serhildana rojnamegeriyê bû. Ji ber belavbûna helbestên helbestvanên kurd di nava kovar û rojnameyên çaryeka yekem a sedsala bîstem de, tevgereke nû ya edebiyatê dest pê kir û komelek helbestvan jî derketine meydanê û wan bi guhertina naverok, teknîk û ruxsara helbestan, karîn helbesta kurdî derbasî qonaxeke nû bikin. Di vê nivîsê de em dixwazin destnîşan bikin ku karîgerî û bandora helbestên Hacî Qadirê Koyî li ser nûbûna helbestên kurdî di dema ku ew dijiya nebû, lê belê piştî ku wî wefat kir, bandor û karîgeriya…