Author: Nebez Semed

Navê wî yê resen Nebez Semed Ehmed e. Di sala 1988'an de li bajarê Koyê ji dayik bûye. Ji dibistana seretayî heta amadeyiyê li Koyê xwendiye. Piştre li Ranyayê di Beşa Felsefeyê ya Koleja Zanistên Mirovî ya Zanîngeha Koyê de xwendiye. Di sala 2011'an de bi pileya yekemînî ji beşa felsefeyê mezûn bû û dûre li Ranyayê di Koleja Zanistên Mirovî de wekî lêkolînerê alîkar dest bi kar kiriye û ji bo xwendina xwe çûye Birîtanyayê. Di sala 2015'an de di Zanîngeha Manchesterê di warê etîk û felsefeya siyasî de mastira xwe temam kiriye. Teza wî ya mastirê "Hannah Arendt, totalîterîzm û jenosîd (Enfal)" e. Di sala 2016'an de di Beşa Şêwekarî ya Koleja Hunerî ya Zanîngeha Silêmaniyê de dest bi mamostetiyê kir. Di vê beşê de li ser felsefeya hunerê û estetîkê" ders dide. Bi zimanê Kurdî û Îngîlîzî dinivîse. Heta niha gelek gotar û lêkolînên wî di kovar û rojnameyan de hatine belavkirin. Gelek gotar û lêkolîn jî wergerandine. Her wiha endamê desteya nivîskaran a kovara Konseptê bû.

Puxte: Di navîn û dawiya sedsala 19’an de bi tevî belavkirina hizra rewşenbîrî ya cîhanê, Hacî Qadirî Koyî ji ber sedema mayîna xwe ya li Stenbolê û aşînabûna ezmûna Ehmedê Xanî, têdigihîje ku takehêz aqil û rasyonalîzm e ku Kurd di wê rewşa duberî de ji qedera bindestî û dîndariya kevneşopî û nexwendewariyê xilas bike. Ez dixwazim di vê lêkolînê de xwendineke Heideggerî bikim ku li gor Heidegger, felsefe di destpêkê de helbest bû. Bi baweriya Heidegger helbest, felsefeyê bi piste pist vedibêje û felsefe jî helbestê bi piste pist vedibêje. Ev lêkolîn jî dixwaze nîşan bide ku Mesud Mihemed…

Read More