Author: Jiyar Cîhanferd

Sala 1985a de li Kirmaşanê hatiye dinyayê. Perwerdeya xwe li Kirmaşanê xilas temam kiriye. Bi taybetî li ser ziman û wêjeya gelêrî ya Kurdîya Kelhûrî lêkolînan dike. Li deverên Kirmaşan, Îlam, Xaneqîn, Bîcar û yên din digere, xebatên berhevkariyê dike. Ji xeynî Kurdîya Kelhûrî bi zaravayên Kurmancî û Soranî jî dinivîsîne.

Puxte: Ev gotar hewl dide ku behsa rewt û dîroka edebiyata Kurdî ya piştî îslamê bike. Hin belge bi şêweya destnûs mane ji edebiyata klasîk a Kurdî ya piştî îslamê; lê belê heta niha li ser şêwaz û janrên edebiyata klasîk xebat kêm hatine kirin. Pêwendiya edebiyata Kurdî di hin serdemên diyar de zêdetir li gel tevgerên dînî hebûye. Bawe Behlûl, Şaxweşîn û hevalên wan wek qedîmtirîn kesên ku bi Kurdî nivîsîne, heta şairên serdema Pirdîwer û pişt-Pirdîwer heta digihê şairên sedsala şazdeh û hevdeh, ji bingehdanerên dînê Yarisan bûne. Lê belê şairên wekî Elmasxanê Kenûleyî, Xanay Qubadî, Ehmedê Xanî…

Read More