Author: Eta Nehayî

Di sala 1960î de li bajarê Bane li rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû. Di sala 1978an de bû mamoste û sê salan li dibistanên gundên Kurdistanê mamostetî kir. Piştî şoreşa îslamî ya Îranê bi tawana çalakiyên siyasî pêlekê hat girtin û ji mamostetiyê jî hat avêtin. Di temenê şazdeh saliya xwe de helbest bi zimanê kurdî nivîsand. Piştî şoreşa sala 1979an bi awayekî cidî dest bi nivîsandinê kir. Kitêba xwe ya çîrokan di sala 1993an de li rojhilatê Kurdistanê çap kir. Ji wê demê û heta niha li rojhilat û başûrê Kurdistanê sê kitêbên çîrokan, sê roman û dehên gotarên edebî û teorîk belav kirin. Bi zimanê farisî jî, ji xeynî çend gotar û hevpeyvînên edebî û çendîn çîrokên ku di kovarên farisî yên Îranê de belav kirine, li ser daxwaza dezgeha mîrata çandî ya Îranê, li Tehranê kitêbek jî li ser edebiyata destanên kevin yên kurdî bi navê Şîrovekirina bingeha destanên kurdî yên eşqê nivîsandiye. Xelata salane ya dezgeha Arasê li Hewlêrê di sala 2005an de û xelata zêrîn a Herdî ya afirandinê di sala 2008an de di festîvala Gelawêj de li Silêmaniyê wergirtiye. Email: atanahaee@gmail.com

Sê sal berî niha, wan rojên ku min yekem rûpela Balindekanî Demba dinivîsî, min bi du tiştan nedizanî. Yekem: Min nedizanî ew rûpel, yan ew du rûpelên ku paşê bûn beşa destpêka vê romanê, vegotina xewneke aloz a zilamekî ne ku gelek şevan dubare dibe û di encamê de bi rastiya jiyana jina vê çîrokê ve tête girêdan. Ez ê veneşêrim min bi xwe jî çend caran ew xewna aloz dîtibû. Her ku hişyar dibûm min ji xwe dipirsî: Ez li ku me dema ku ew jina bê nav û nîşan a vê xewna aloz dibe gilole-alavek û min ji…

Read More