Author: Ghodbadîn Ahmadî

Helbestvan, nivîskar û wergêr e. Sala 1969an de li gundê Newere ya nêzî bajarê Sinê ji dayik bûye û niha li wir dijî. Di tu dibistan û zanîngehan de nexwendiye. Pîremêrd û Derya ya Hemingway, Edeb Çi ye ya Maxim Gorkî, Axêzgeya Binemalle ya Engels wergerandiye bo kurdî. Berhemên wî yên helbest û çîrokan jî belav bûne.

Li Îranê krîzên siyasî, civakî û ekonomîk ên nîveka yekem a sedsala bîstem, rê li ber bizavên cihêreng vekir ku ev bizav bi nêzikî bi rojhilatê Kurdistanê re pêwendîdar bûn. Li Kurdistanê bi hişmendiya neteweyî û çandî, çalakiyên bingehîn ên curbicur hatin lidarxistin. Li dij stratejiya bêedalet a dewletê li hember kurdan, di 1912an de “Komeleya Cîhanzanî” û “Komeleya Rizgarkirina Kurdistanê”(1) hat damezirandin. Partîzanê navdar Smaîl Xanî Simko(2) di 1921ê de Mahabad rizgar kir. Di 1930î de bi plana Riza Şah bi sûîkastekê hat qetilkirin û hewldanên wî yên bicoş û bêtebat bi dawî bûn. Di 16 Îlon 1942an de…

Read More