Author: Mihemed Şarman

Di sala 1983yan de li navçeya Milazgira Mûşê hatiye dinyayê. Pirtûkên wî yên çîrokan Pirça Winda (2010), Bermayiyên Demê (2014) û romana wî Kêmber (2015) ji nav weşanên Avestayê derketine. Email: mehmetsarman83@gmail.com

Cemîl Canbegî: Em karin bibêjin te Pirça Winda li malê Bernayîyên Demê li bajêr nivîsandîyî? Mihemed Şarman: Herdu jî li malê hatin nivîsin.(J) Çîrokên Pirça Winda dema ku li Batmanê mamoste bûm hatin nivîsin; Bermayîyên Demê li Şirnexê. Herdu jî bajar tên qebûl kirin. Ger em pîvanên bajar û bajarvanîyê pişt guh bikin û vê yekê tenê bi pênasekirineke fermî ve gîrê bidin. Helbet dem û mekanê nivîsê tesîrek dike li ser nivîsê, lê dem û mekanê mirov  ne yek e bi  min, du heb in, sê, an çar?  Dem û mekanê ku tu (beden) bi awayekî lê dijî, dem…

Read More

Ercan Bîngol li Gimgima Mûşê hatiye dinyayê. Dehan salan e bi musîkê re eleqadar dibe. Albuma wî ya yekem RON hem bi terza xwe ya nûjen hem jî bi rîtmên bluesê bal kişand ser xwe. Mixabin ev albûma hêja bi me têra xwe li nav guhdarvan belav nebû. Gelek awaz û gotin aîdê wî bixwe ne. Bi albuma xwe ye yekem hêviyek mezin da guhdarvana. Demek dirêj e li Enqereyê dijî, ber bi karê muzîkê re karê mamostetiya îngîlîzî jî dike. Me ji bo vê hejmarê bi Ercan re li ser albûmaya wî ye serkeftî û xweşik sohbet kir. -…

Read More

Li ser dîroka kurdan gelek pirtûk hene hin ji van xebatên şexsî hin jî yê dezgeh û xebatên akademîk in. Helbet gelek kurd ji ber valahiya derbarê dîroka Kurdistanê dabigrin dest davêjin van kitêban dixwînîn. Ew agahdariyên tepîsandî, zanîna di bin kontrola neyar û akademîsyenê nîyetxirab, derewker, bi zanîna dîroka ku jê re hatiye qedexekirin dixwaze hilweşîne. Mixabin gelek caran xwendina van kîtêban zikê hutê nêrîneke seqet têr dike. Ev hût ji nêrîn û tezê serdestan muteşekkîl e, serdest di nava hin hêmayan di nava çemberekî de li kurdan dinhêre, çiqas nivîskar dixwaze vê beravajî bike dawiya dawî de ew…

Read More

Aram min cara yekem tu li Batmanê bi stand-upeke kurdî nas kir. Ew dem zêde kes bi standt-upa kurdî re eleqedar nedibû. Ya rast stand-up hem tiştekî zehmet e hem jî bo kurdî nû ye digel vê yekê mîzaha kurdan jî pir xurt e. Dixwazî em ser vê meseleyê dest pê bikin. – Aqlê zaroktiyê, min ewil bi şanoyê dest pê kir, tiştek wisa di sere min de jî derbas bû, lê ew êdî ne meseleya min e. Tu têkiliya min bi şanoyê re nema. Mîzaha her gelî heye, ya muhîm mirov baş bike, ez di wê baweriyê de me…

Read More

Puxte: Di jiyana mirov de pêvajoya zaroktiyê pêvajoya herî zêde bi bandor e. Deqên demên berê li ser ruhê mirov her û her dimînin. ji ber ku axa kurdan hatiye dagirkirin, xizanî tim bûye mêvanekî hat neçûyî li Kurdistanê. Vê yekê bandor li ser ruh û siyaseta wan jî kiriye. Ev nivîs bi raya çend mînakan li ser tesîra vê pêvojayê disekine. Rabirdû çi aloziyê ser siyaset û bîrdoziya mirov çêdike, çandek bi çi ava dibe? Belengaziya ku êdî nahêle mirov xwe layiqê tiş- tên baş bibîne çi tesîrê li ser xwestin an Nexwestina dewleteke serbixwe dike. Peyvên sereke: jêbirk,…

Read More

Puxte: Dewletên mêtinger ne tenê bi darê zorê lê bi rêya pênasekirin, medya û amûrên ragihandinê û perwerdehiyê jî rih û hişê madûnan dihetikînîn. Sedan sal e dewleta tirkan perçeyek ji Kurdistanê dagir kiriye, bi her awayî li her qadê kurd dane ber xencera pişaftinê. Vê yekê kiriye ku gelek kurd ji xwe ji çanda xwe dûr bikevin, bi çavên dijmin li xwe binêrin. Ev nêrina dewleta tirk ya faşîzan, ne tenê li ser kurdên nexwende an jirêzê lê li ser kurdên xwende, siyasetmedar û rewşenbîran jî bandorên xurt hiştine. Ev rêzenivîs wê hewl bide avakirina vê nêrina faşîzan cardin…

Read More

Puxte: Humanîzmaya fantastîk xwe di wê rewşê de dide der ku bêyî mirov kêşeyên navmalî çareser bike ji ber giraniya wan an ji ber hin sedemên derveyîn yên provakatîf meriv berê xwe bide meseleyên din. Henûniya nav kurdan gelek caran bi lîstikên siyasî, bi teoriyên çewt bûye sedema pişaftin û armancşaşiya wan. Divê Kurd vê yekê baş ji hev veçirînin, ne bi teoriyên dûrî meseleyan, bi awayekî nû, bi zelalî li mijara xwe hûr bibin. Ev gotar hewl dide ku nimû- neyên humanîzmaya fantastîk di nav civak û siyaseta kurdên bakur de nîşan bide û di dawiyê de balê bikişîne…

Read More

Destpêk Van salên dawî gelek rewşenbîr, nivîskar komele û tevgerên kurdan li ser mafê perwerdehiya bi zimanê kurdî disekinin, roj nîne ku nivîsek an daxu- yaniyek li ser vê meseleyê dernekeve. Bi min jî ev mesele têra xwe girîng e û divê meriv gelek caran bi doralî li ser bisekine. Lê di van nivîs û hewldanan de du kêmasiyên mezin dertên peşiya me: 1. Axaftin, gengeşî, daxwaz gelek caran hev dubare dikin, mesele tenê di çarçoveya siyasî de tê nirxandin û mixabin gelek tiştên girîng li ber çavan nayên girtin. 2. Li ser bîreweriya kesan an civakê nayê rawestin, da…

Read More

Ev nivîs ji serî heya binî nivîseke şexsî ye. Ne xîmê wê li ser rê û rêbazên rexneyê ava bûye, ne pişta xwe dide teoriyên navdar û dagirtî wek vegotin- sazî, diyalojî, klasîzm, modernîzm, postmodernîzm û hwd (gelo hewceye van e!?), ne jî li pey qanihkirina xwîneran dikeve. Tenê ji bo xatirê amûrê xwe ku ew jî berhema Lokman Polat ya bi navê Kaniya Stockholmêye, ji bo xwen- din û nirxandineke mîzahî da ku pêşiyê kêfê bide xwediyê xwe piştre çend heb xwînerên xwe (ev ji hewqas ne girînge) hatiye nivîsîn. Berpirsiyarê vê nivîsê yek kese: Ew jî nivîskarê vê…

Read More