Puxte:
Humanîzmaya fantastîk xwe di wê rewşê de dide der ku bêyî mirov kêşeyên navmalî çareser bike ji ber giraniya wan an ji ber hin sedemên derveyîn yên provakatîf meriv berê xwe bide meseleyên din. Henûniya nav kurdan gelek caran bi lîstikên siyasî, bi teoriyên çewt bûye sedema pişaftin û armancşaşiya wan. Divê Kurd vê yekê baş ji hev veçirînin, ne bi teoriyên dûrî meseleyan, bi awayekî nû, bi zelalî li mijara xwe hûr bibin. Ev gotar hewl dide ku nimû- neyên humanîzmaya fantastîk di nav civak û siyaseta kurdên bakur de nîşan bide û di dawiyê de balê bikişîne ser hin sedem û astengiyên siyasî.
Destpêk/Hişyarî
Ji tecrûbeyên xwe yên şexsî dikarim bibêjim ku nivîskariya li ser kurd û Kurdis- tanê li gorî tiştine din pir zehmet e, digel vê zehmetê tevliheviyeke berfireh, negen- gazbûna dirustkirina çarçoveyekê, çend rengên din ê girîng ê vê zehmetkêşiyê ne. Hin sedemên vê pirsgirêka eşkere, têra xwe berbiçav in: Tunebûn an kêmbûna ke- leporeke akademîk, têgehên ilmî, nerînên rewşenbîrên kurd ên dûrî sosyolojî û psî- kolojiya kurdan, qirêjiya teoriyên neguncav li ser epîstemolojiya kurdan (feodalîzm, kemalîzm, torevanî) dûrketina ji nerîneke neteweyî, nexweşiyên ruhekî kolonyal -ji bo min ev têra xwe problem in- qirş û qalên li ser nerîneke zelal, zêdebûna mijaran -lewra zeviyeke bakir û adan a topografya ruhê kurdayetiyê….