Ev nivîs ji serî heya binî nivîseke şexsî ye. Ne xîmê wê li ser rê û rêbazên rexneyê ava bûye, ne pişta xwe dide teoriyên navdar û dagirtî wek vegotin- sazî, diyalojî, klasîzm, modernîzm, postmodernîzm û hwd (gelo hewceye van e!?), ne jî li pey qanihkirina xwîneran dikeve. Tenê ji bo xatirê amûrê xwe ku ew jî berhema Lokman Polat ya bi navê Kaniya Stockholmêye, ji bo xwen- din û nirxandineke mîzahî da ku pêşiyê kêfê bide xwediyê xwe piştre çend heb xwînerên xwe (ev ji hewqas ne girînge) hatiye nivîsîn.
Berpirsiyarê vê nivîsê yek kese: Ew jî nivîskarê vê nivîsê ye, çêr û dijûn pesin û kêfxweşiyê xwe hemî ji min re bikin ezê ŞADÛMAN bim. Mixabin heya ji min hat min destê xwe ji sûdwegirtineke civakî, keyfgirtineke kolektîf çi zanim mildayineke têkoşîna netewî şuşt. Ne bi kêrî civakê tê (ax u eman civakê!) ne bi kêrî çekirina menemenê tê, kurt û kurmancî ji bo wan kesên zor toplumsal gerçekçiyan ne hêjayî du hêkane.