Destpêk
Van salên dawî gelek rewşenbîr, nivîskar komele û tevgerên kurdan li ser mafê perwerdehiya bi zimanê kurdî disekinin, roj nîne ku nivîsek an daxu- yaniyek li ser vê meseleyê dernekeve. Bi min jî ev mesele têra xwe girîng e û divê meriv gelek caran bi doralî li ser bisekine. Lê di van nivîs û hewldanan de du kêmasiyên mezin dertên peşiya me:
1. Axaftin, gengeşî, daxwaz gelek caran hev dubare dikin, mesele tenê di çarçoveya siyasî de tê nirxandin û mixabin gelek tiştên girîng li ber çavan nayên girtin.
2. Li ser bîreweriya kesan an civakê nayê rawestin, da gelo qedexebûna zimên çi qirêjî li ser bîrewerî, hiş an derhişê muxatabê meseleyê hişti- ne. Çiqas ji hundir deng bidin jî bi çavekî dûr û derveyî meseleyê, ev guftûgo tên kirin.
Helbet kelepor an sergoyê zimên jî wek kelepor an sergoyê kurdî arşîve- ke mezin li pey xwe hişt. Êdî “kurdbûn” an “kurdî”bûn li ber mudaxaleyên desthilatdariyê ne wek rewşa xwe ya ewilîn zelal û yekrengîn e. Teşe û na- verokên wan hatiye guhertin….