Puxte: Di jiyana mirov de pêvajoya zaroktiyê pêvajoya herî zêde bi bandor e. Deqên demên berê li ser ruhê mirov her û her dimînin. ji ber ku axa kurdan hatiye dagirkirin, xizanî tim bûye mêvanekî hat neçûyî li Kurdistanê. Vê yekê bandor li ser ruh û siyaseta wan jî kiriye. Ev nivîs bi raya çend mînakan li ser tesîra vê pêvojayê disekine. Rabirdû çi aloziyê ser siyaset û bîrdoziya mirov çêdike, çandek bi çi ava dibe? Belengaziya ku êdî nahêle mirov xwe layiqê tiş- tên baş bibîne çi tesîrê li ser xwestin an Nexwestina dewleteke serbixwe dike.
Peyvên sereke: jêbirk, xizanî, belengazî, dewlet, jixwehezkirin.