Ercan Bîngol li Gimgima Mûşê hatiye dinyayê. Dehan salan e bi musîkê re eleqadar dibe. Albuma wî ya yekem RON hem bi terza xwe ya nûjen hem jî bi rîtmên bluesê bal kişand ser xwe. Mixabin ev albûma hêja bi me têra xwe li nav guhdarvan belav nebû. Gelek awaz û gotin aîdê wî bixwe ne. Bi albuma xwe ye yekem hêviyek mezin da guhdarvana. Demek dirêj e li Enqereyê dijî, ber bi karê muzîkê re karê mamostetiya îngîlîzî jî dike. Me ji bo vê hejmarê bi Ercan re li ser albûmaya wî ye serkeftî û xweşik sohbet kir.
– Ercan, ez dixwazim em bi peyva bluesê dest pê bikin: Qasî ez dizanim blues muzîka gelê Efrîqayê ye û piranî ji stranên karker û dilgirtiyan bûye. Yani bi hesrata azadî û aramiyê teşe girtiye. Helbet ev muzîk niha pir guheriye. Lê dîsa jî bo me kurda cûreyeke nû ye. Mirov dikare albuma te wek albumeke blues binav bike. Gelo sedem çi bû ku bluesê bala te kişand eleqa vê bi van gotinê jorîn heye?
– – Belê, em dikarin muzîka blues wek cureyek ku ji aliyê kesên ji welatên xwe hatine dûrxistin hatiye afirandin bi nav bikin. Ew kesên ku ji welatên xwe hatine dûrxistin afrîkî bûn û wek kole hatin koçberkirin û zevîyên pembû û bostanan de –di başûrê Amerîkayê de- hatin xebitandin. Wekî ku stranbêjek di daweta gundê xwe de stran bistrê û gundiyên din jî gotin lê vegerînin… Bêguman, ew reşikên afrîkî nirxên xwe yên heremî jî bi xwe re anîn û bluesê bi rênişandana van hêmanan û keserên xwe afirandin. Di albûma RON de stranên ku em dikarin wek rock, country, blues û hwd. bi nav bikin hene. Lê ez dikarim bêjim çend taybetmendiyên vê albûmê hene. Yek ji wan strana “Bluesa Benda Sînê” û cûreya wê ye. Bi vê stranê, him “12 bar” a bluesê, him jî skalaya bluesê hatiyê bikaranîn û forma xwe ber bi “slow blues”ê dawî kiriye. Em dikarin bêjin, hinek ber bi “Stormy Monday Blues”ê ve jî diçe. Bi vî rengî, ji bo muzîka kurdî pir û pir, bi zêdeyî formek nû ye. Û divê ji aliyê ciwanan berdewamiya vê pêk jî were.
Piştî ku min lêkolîna li ser vê cûreyê kir, min dît her çiqas erdnîgariyên me ji hev cûda û pir dûr bin jî, neheqiyên afro-amerîkî û kurdan dîtine gelek dişibin hevdu. Dagirkirin û talankirina welatên wan, neazadbûna wan, asîmîlebûna wan, piçûkxistina wan, êşkencedîtina wan û hwd. Ji ber van sedeman, hemhestiya min û wan çêbû û min xwe di nava deryaya bluesê de dît. Ji wê rojê pê ve jî hewl didim bi kurdî bibluesînim…..