- Aram min cara yekem tu li Batmanê bi stand-upeke kurdî nas kir. Ew dem zêde
kes bi standt-upa kurdî re eleqedar nedibû. Ya rast stand-up hem tiştekî zehmet
e hem jî bo kurdî nû ye digel vê yekê mîzaha kurdan jî pir xurt e. Dixwazî em ser
vê meseleyê dest pê bikin.
– - Aqlê zaroktiyê, min ewil bi şanoyê dest pê kir, tiştek wisa di sere min de jî derbas
bû, lê ew êdî ne meseleya min e. Tu têkiliya min bi şanoyê re nema. Mîzaha her gelî
heye, ya muhîm mirov baş bike, ez di wê baweriyê de me ku bi zimanekî mirov bikaribe
mîzahek xurt bike, mirov dikare her tiştî bike. Qesta min ne henek û laqirdiyên
folklorîk in. - …………..