NIVÎSKAR
Xelîl Selîm: Li başur di sala 1987 hatye dnê, di sala 2012 pişka saykolojî li zanîngeha Soran qedandîye. Her di vê salêda heta îro li pşka sosyolojî li zankoya Soran xebata xwe dimeşîne, herwesa li ser babetên ku grêdayî bi derûnşîkarî û soşyal saykolojyayê ye, hind nvîsîn li kovar û rojnameyan weşandîye. Ji blî xebata zankoyê, endame ji kovarek edebî û hunerî ewa bnavê Kelên, ku li bajêrê Soran derdkeve. Email: khalil.mawlud@soran.edu.iq1 Articles
Yek ji huzanvanên nuyixwazên rojhilata Kurdistanê ye û tanî niha pirtûkek bi navê(medarî zuqim) belav kiriye. Master di warê endezyariya kiştukalî de anye û nêzî 25 sal e di aliyê huzana nû de xebatê dike, yek ji endamên “Grûpa Dakar"e û ta niha bi dehan huzan û babetên heme reng di kovar û rojnameyan de belav kirine. Ew yek e ji wan hozanvanên ku xwedî ziman û taybetmendiya xweya şe'rî.1 Articles
Di sala 1988 an de ji dayîk bû. Li zaningeha Bogaziçiyê di beşa Edebiyata Înglîzî de dixwîne. Di heman demê de bi Edebiyata Kurdî re jî mijûl e. Sê sala serokatiya Kluba Edebiyatê ya Boğaziciyê kiriye, li wir tevlî xebatên Yazincayê bûye. Îspanyolî, îngilîzî û tirkî dizane û wergeran ji van zimanan dike bo kurdî. Bi feminîzm, gotîk, wêjeya jinan, wêjeya jêredestan, edebiyata trawmayê, edebiyata tekoşînê û wêjeya devkî re eleqedar dibe. Email: hejaturk@gmail.com1 Articles
Li gundekî girêdayî dêrika çîyayê mazî çêbûye. Di sala 2017 an de ji zanîngeha yuzuncu yilê ji beşa mamostetîya ziman û wêjeya Tirkî mezûn bûye. Niha li wanê xwendekarê mastirê yê beşa Kurdî ye. Li ser folklora Kurdî û edebîyata modern a Kurdî dixebite. Email: yehyaomeri@msn.com1 Articles
Di sala 1972 de li bajarê Mahabadê ji dayik bûye. Dibistana seretayî û navendî li Mahabadê xwend. Master û doktoraya xwe li Tehranê ji felsefeya sîyasî wergirtîye. 15 salan li Tehranê li navenda lêkolînan xebitî; li zanîngehên Tehran û Goran û Yasûj ders da. Ji 2016a vir de li başûrê Kurdistanê li zanînegha Soran ders dide. Edîtorê Journal of Middle Eastern Research (JMER) e. Email: eyyub.kerimi.soran@gmail.com1 Articles
Di sala 1977an de li Gundeka bi ser Duhokê hatiye dinyê. Dibistana seretayî di sala 1991ê de li Çadirgeha Kampa Mêrdînê, sala 1998an de li Dihokê lîse, 2003yan de Zanîngeha Dihokê lîsans, 2008an de mastira xwe li Zanîngeha Dihokê xilas kiriye. Niha li Zanîngeha Dihoke wek mamosteyê Beşa Ziman û Edeba Kurdî kar dike û li doktoraya xwe ya li Zanîngeha Exeterê a li Brîtanyayê didomîne. Di warê rexne û romana kurdî de gotar, lêkolînên wî hene. Email: eminrahin@yahoo.com1 Articles