Author: Bell Hooks

Dema tevgera femînîzma hemdem cara ewil dest pê kir, hizbeke bi şidî dij-mêr li holê hebû. Jinên heteroseksuel ên beşdarî tevgerê dibûn ji têkiliyên wisa dihatin ku tê de mêr hov, bêteşe, wehş û nedilsoz bûn. Piraniya wan mêran ramanwerên radîkal bûn, dema beşdarî tevgeran dibûn, li ser navê karker, feqîr û belengazan derbarê mafên nijadî û civakî de diaxivîn. Lê dema mijar dihate ser mesela zayendê, wekî nifşên xwe ew jî kevneperest bûn. Bi gotineke din, jin ji nav têkiliyên wisa bi hêrs dihatin. Û wan ew hêrsa xwe jî bo azadiya jinan wekî katalîzor bi kar dianîn. Dema…

Read More