Babeta min temsîliyeta dîtbarî ya nasnameya neteweyî ye. Îdîaya min ev e, di resmê de wek di fîlman de, em dikarin bibînin bê ka çawa ew nêrîna dîrokîhez a neteweyê, û kaniya wê ya etnîk a efsane, bîranîn, sembol û kevneşopan, bi awayê îfadeyeke ku her diçe bêtir xwezayî dibe li ber çavan tê raxistin, û çeşitdariyeke zêdetir a wate û hestan bi xwe re tîne her ku hunerên dîtbarî ji endamtiya neteweyî ya gelek berfirehtir re vedibin. Ev herî zêde destpêka vê sedsalê de bi îcada xuyanga livok û şoreşa sînematîk çêbû; lê gelek ji babetên sînemayê û awayên…