Author: Hêja

Di sala 1988 an de ji dayîk bû. Li zaningeha Bogaziçiyê di beşa Edebiyata Înglîzî de dixwîne. Di heman demê de bi Edebiyata Kurdî re jî mijûl e. Sê sala serokatiya Kluba Edebiyatê ya Boğaziciyê kiriye, li wir tevlî xebatên Yazincayê bûye. Îspanyolî, îngilîzî û tirkî dizane û wergeran ji van zimanan dike bo kurdî. Bi feminîzm, gotîk, wêjeya jinan, wêjeya jêredestan, edebiyata trawmayê, edebiyata tekoşînê û wêjeya devkî re eleqedar dibe. Email: hejaturk@gmail.com

Puxte: Di afirandin û îcrakirina kilamên dengbêjiyê de, cihê jinan tê romantîzekirin û hebûna kilamên bi devê jinan hatiye nivîsandin bêyî analîzek an lêkolîneke wekî ku ji aliyê jinan hatibe afirandin tê nirxandin. Ev angaşt ji aliyê vê nivîsê ve tê redkirin. Ji dêvla vê, ev nivîs metodolojiyekê pêşniyaz dike ji bo diyarkirina kilamên jinan. Bikaranîna zimên ya li gor cinsiyetê dikare alîkariyê bike dema kesek li kilamên jinan digere. Loma, îhtimala hebûna zimanê jinan bi kurtasî tê gotûbêjkirin. Dê du kilam bi vê metodolojiyê bên analîzkirin. Sansura li ser kilamên jinan, romantîzasyona di ser dengbêjiyê re tê meşandin hildiweşîne.…

Read More