Puxte: Femînîzm navê komeke tevger û îdeolojiyan e ku armanc dike nirx û baweriyên bavsalarî biguherîne û bo jinan mafên wekhev ên siyasî, aborî, çandî û civakî bi dest bixe. Dîroka femînîzmê dikare di nav sê pêlan de bê dabeşkirin. Pêla yekem di sedsala nozdemîn û destpêka sedsala bîstemîn de bû, a duyem di salên 1960 û 1970yî de bû û a sêyem jî ji 1990î heta vêga berdewam dike. Ev gotar bi kurtî van sê pêlan dide naskirin; li ser teorîsyen û nivîskarên sereke yên her sê pêlan disekine.
Peyvên sereke: femînîzm, bavsalarî, pêla yekem, pêla duyem, femînîzma frensî.