Author: Farangis Ghaderi

Ji Rojhilata Kurdistanê ye, vêga li Zanîngeha Exeterê li ber xelaskirina doktora xwe ye. Teza wê ya doktorayê “Peydabûn û Geşbûna Helbesta Kurdî ya Modern”, li helbesta kurdî de hatina ‘modernite’yê vedikole. Farangis teza xwe ya masterê ji Zanîngeha Şahid Beheştî ya li Tehranê wergirtiye û mijara teza wê li ser kolandina adaptasyonên post-modern ên Romeo û Julieta Shakespeare hûr dibû. Li Zanîngeha Exeterê dersên soranî û farisî daye û pirtûkek soranî bo dersê nivîsandiye. Email: fg236@exeter.ac.uk

Puxte: Femînîzm navê komeke tevger û îdeolojiyan e ku armanc dike nirx û baweriyên bavsalarî biguherîne û bo jinan mafên wekhev ên siyasî, aborî, çandî û civakî bi dest bixe. Dîroka femînîzmê dikare di nav sê pêlan de bê dabeşkirin. Pêla yekem di sedsala nozdemîn û destpêka sedsala bîstemîn de bû, a duyem di salên 1960 û 1970yî de bû û a sêyem jî ji 1990î heta vêga berdewam dike. Ev gotar bi kurtî van sê pêlan dide naskirin; li ser teorîsyen û nivîskarên sereke yên her sê pêlan disekine. Peyvên sereke: femînîzm, bavsalarî, pêla yekem, pêla duyem, femînîzma frensî.

Read More

Puxte: Di vê gotarê de ez li dij fama kevneşopî ya derbarê helbesta kurdî ya modern derdikevim û pênase û senifandina wê ya hatiye qebûlkirin, bi riya lêpirsîna duyatiya kevn û nûjen, red dikim. Rexneya wêjeyî ya kurdî ya kevneşopî dest nîşan dike ku helbesta klasîk heta salên 1930 û 1940î ku Evdila Goran şêwa- za helbestkî veguherand û “bû bavê” helbesta modern, berdewam kiriye. Li gor vê nerînê, helbest tenê li gor taybetiyên wê yên şêwazî tê nirxandin û tê bawerkirin ku Goran daye ser şopa helbestvanên tirk ên modern. Her wiha guherîna wêjeyî tê daxistin asta teqlîdeke wêjeyî.…

Read More

Puxte: Neteweperwerî ji bo sazkirina “civata muxayel” bi amrazên wêjeyê re di nav pêwendiyê de bûye. Li Ewrûpayê hilatina neteweperweriyê wek şêweyek wêjeyî bi hilatina romanê re ketiye tev, lê di wêjeya kurdî de ev helbesta modern e ku hevalbendiya vê fenomenê kiriye û roman, wek cureyekî berbiçav, heta 1950yî jî ne li holê bû. Di vê nivîsê de ez nîqaş dikim ku gelekî beriya peydabûna çapemeniya çapxaneyî, ku di xebatên li ser destpêka ne- teweperweriya kurdî xala navendî ye, bo kurdan bingeha neteweyê di nav hilberîna helbestkî ya dawiya sedsala 19. de û bi taybetî bi helbestên Hacî Qadirê…

Read More