Puxte:
Karesat, di rengê komkujî û koçberiya bi kom de, ew têgeha nezelal e ku her hewldanek bo têgihîştina wê têk diçe. Her nerîngehek ku, rasterast û neras- terast, angaşta famkirina karesatê bike dibe sedemê sadekirina renc û zeh- metkêşiya qurbaniyên karesatê. Raportên rojnamevanan, analîzên medyayî, nirxandinên siyasetmedaran û bîr û baweriyên pozîtîvîst bi berdewamî bi awayekî serveyî û giştî rûbirûyî karesatê dibin. Gotara jornalîst xwediya tay- betmendiyekê ye ku ji wiha bêhtir jê nayê bendewarkirin. Analîzên medyayî jî nikarin nerîn û boçûneke radîkal li hember vê mijarê pêşkêş bikin, çimkî dezgehên ragihandinê, ne cihê afirandina nivîsên radîkal in. ji van nehêjatir û neguncavtir wê çaxê diqewime gava karesat dibe amrazek bo yekalîkirina hevkêşeyên siyasî. Di fîlozofiya pozîtîvîzmê de jî dîsa ev şaştî tê dubarekirin dema giyanê mirovan dixe qalibekî berteng û mekanîkî. Di her çar rewşan de, di jornalîzm, medya, siyaset û pozîtîvîzmê de, karesat tê kurtkirin û kom- kirin. Ev jî cûrek ji hevşêwebûnê ye di navbera wê sîstema ku karesat afi- randiye û marîfeya afirîner a wan çar gotaran. ji aliyekî din ve, karesat li gor wê nerîna fîlozofî ku wek Ekola Frankfortê tê naskirin, bi awayekî radîkal û cihêwaz ji wan gotarên li jor tê ravekirin. Ev gotar hewl dide bi sûdwergirtina ji ramanên teorîk ên Ekola Frankfortê dabaşa aliyên negatîf ên têgihîştinên berbelav ên karesatê bike. Herwiha, dixwaze bi lênerîna li têgehên psîka- nalîz mekanîzma qewimîna karesatê berçav bike. Di dawî de jî şêweya rû- birûbûna huner û edebiyata kurdî bi karesatê re rexne dike.
Peyvên sereke: karesat, psîkanalîtîk, Ekola Frankfurtê, medya, binyatxwazî.