Dema tevgera femînîzma hemdem cara ewil dest pê kir, hizbeke bi şidî dij-mêr li holê hebû. Jinên heteroseksuel ên beşdarî tevgerê dibûn ji têkiliyên wisa dihatin ku tê de mêr hov, bêteşe, wehş û nedilsoz bûn. Piraniya wan mêran ramanwerên radîkal bûn, dema beşdarî tevgeran dibûn, li ser navê karker, feqîr û belengazan derbarê mafên nijadî û civakî de diaxivîn. Lê dema mijar dihate ser mesela zayendê, wekî nifşên xwe ew jî kevneperest bûn. Bi gotineke din, jin ji nav têkiliyên wisa bi hêrs dihatin. Û wan ew hêrsa xwe jî bo azadiya jinan wekî katalîzor bi kar dianîn. Dema tevger bi pêş ket, dema teorî û ramana femînîst bi pêş ve çû, femînîstên aktîvîst ên hişyarbûyî dîtin ku pirsgirêk, mêr bi xwe nebûn; pirsgirêk, pergala bavsalarî, zayendperestî û desthilata mêran bû. Ya rast tiştekî dijwar bû mirov ev rastî bidîta ku eleqa pirsgirêkê bi mêran re tunebû. Dîtina vê rastiyê pêwistiya teoriyên komplekstir zêde dikir û pê re diviya me jî qebûl bikira ku di parastin û berdewamkirina zayendperestiyê de para jinan jî heye. Gava gelek jin ji têkiliyên hilweşîner ên bi mêran re dûr ketin, tevahiya wêneyê baştir xuya dibû. Têra xwe eşkere bû ku her çiqas mêr ji mafên bavsalarî dihatin deranîn, dîsa jî pergala bavsalarî, zayendperestî û desthilata mêran wê hêj yekpare bimaya û jin jî wê bihatana îstismarkirin û/an jî tepisandin.