Puxte:
Di vê gotarê de ez li dij fama kevneşopî ya derbarê helbesta kurdî ya modern derdikevim û pênase û senifandina wê ya hatiye qebûlkirin, bi riya lêpirsîna duyatiya kevn û nûjen, red dikim. Rexneya wêjeyî ya kurdî ya kevneşopî dest nîşan dike ku helbesta klasîk heta salên 1930 û 1940î ku Evdila Goran şêwa- za helbestkî veguherand û “bû bavê” helbesta modern, berdewam kiriye. Li gor vê nerînê, helbest tenê li gor taybetiyên wê yên şêwazî tê nirxandin û tê bawerkirin ku Goran daye ser şopa helbestvanên tirk ên modern. Her wiha guherîna wêjeyî tê daxistin asta teqlîdeke wêjeyî. Bi riya vekolandina peydabûna helbesta modern wek pêvajoyeke ji dawiya sedsala 19mîn ve û bi tevkariya çendîn helbestvanan gihîştina lûtkeya wê, ez nêzîbûneke bêtir bi nuans pêşniyaz dikim.
Peyvên sereke: helbesta kurdî ya modern, Evdila Goran, sedsala 19mîn, ve- guherandin.