Puxte: Serboriya mirovan di zikê dayikan de weke ku di nav hewzekî de be dest pê dike. Ew hewz di heman demê de hewza hêmayan e, çi dîtbarî çi jî gotinî. Derûniya mirovan ji dîtbarî ber bi gotinî ve dimeşe. Lê helbestvan wekî afirînerên hêmayan ji gotinan hêma diafirînin. Di helbestê de du hewzên di nav hev de, girêdayiyê hev hene; yek ji wan hewza herêmî ye, a din jî cîhanî ye. Hêmayên baş ên her du hewzan jî tevlî hev dibin, ên ne baş jî dikevin bin hewzê, bi demê re wenda dibin. Hêmayên mayînde têkiliya di navbera hêmaçêkeran de saz dike, ji nifşan dispêre nifşên dîtir. Li ser serhêmaya ero- tîzmê Arjen Arî têkiliyeke bi vî rengî bi Yannîs Rîtsos re saz dike.
Peyvên sereke: Arjen Arî, Yannîs Rîtsos, helbest, hêma.