Gulîzer navekî hêja û girîng e di nav helbesta kurdî ya modern de. Piştî du pirtûkan li ber dilê gelek xwedevanên kurdî şîrîn bû û li ser zimanê wan belav bû. Kengê behsa helbestavanên hêja yê nû bête kirin teqez navê Gulîzerê dikeve nav vê guldesteyê. Em wek xwendevan û heyranê helbestên wê li benda berhemên wê yên nû ne. Me xwest em dengê Gulîzerê bi guftûgoyeke dirêj bigihînin hezkiriyên wê û helbesta wê ya berdest bi awayekî kûr binirxînin.
ZAREMA: “Serkeftinên çêkirî baweriyên erzan didin mirov” tu dikarî vê xweşrêzika xwe hinekî rave bikî?
Ev rêzik, her bi naveroka xwe ve girêdayî ye. Lê ez dikarim bi du mînakan rave bikim. Yek bi hêsirên jinê, yek jî bi hêrsa mêran ve. Gelek tevgerên mirovan, wek mîras, ji civakê ji me re mane û hatine jiberkirin. Gelek caran, mêr bi hêrsa xwe, jin jî bi hêsirên xwe serkeftinên çêkirî bi dest dixin û xwe pê dixapînin. Ev rola ku civat li mirovan bar dike û mirov pê hev diçewisînin, ji bin ve xerabe ye. Çiqas serkeftî xuya bikin jî, ev tevger wan kêmtir dike. Çavê herî girîng yê li mirov dinêre, çavê mirov bi xwe ye. Mirov bi kîjan çavî li xwe binêre, ew çav rêya heman nêrînê li ber çavên din vedike.