Puxte: Berhemên ku di honandina xwe de xwedan bûyerên fantastîk in tim xwînerên xwe dibin dûrî cîhana ku jiyana xwe lê berdewam dikin. Lê di fam- lêbarkirina wan de şîroveya herî hêsan tim gotina “fantastîk” e. Di vê nivî- sarê de ez ê bêtir dêhna xwe bidim têgehên mîmetîk, fantastîk û bi wan re jî xwe bigihînim warekî psîkotîk, li ser şopa Bülent Somay, bi saya van têgehan ez ê wateyekê ji çîroka “Guhê jêkirî” a Helîm Yûsiv derînim, ku ew çîrok bi têra xwe xwedan bûyerên fantastîk û xerîb e. Di vê şîroveyê de têgeha Af- fekta Biyanîkirîna Brecht; Xerîb a Freud; Rastî, Xeyalî û sembolîk a Lacan wê bibin rêbazên alîkar da paşxaneya çîrokê ronîtir bikin.
Peyvên sereke: uncanny (xerîb), kurteçîroka kurdî, psîkanalîz, fantastîk