Puxte: Parçebûna Kurdistanê, sînorên çêkirî û asîmîlasyona dagirkeran hem bi wateya kolektîf û hem jî bi wateya takekesî derûna kurdan têk dibe û rê li ber krîzên nasnameyê û xwebûnê vedike. Di vê nivîsarê de me hewl da ku em rewşa karakterên Tirsa bê Dirana Helîm Yûsiv di çarçoveya têgehên wek nasname, dîntî û dijkolonyaliyê de vekolin.
Peyvên sereke: krîza nasnameyê, parçebûn, biyanîbûn, dijkolonyalî, dîntî.