Dîroka Sîyasî ya Bajarê Heranê ya Serdema Dewleta Raşidî û Dewleta Emewî di Navbera Salên 633-747a de
ŞEHLE BURHAN EBDULLAH
ARARAT AHMED ALÎ
JI SORANÎ: MEMÊ MALA HINE
Puxte: Ev lêkolîn behsa guhertinên herî grîng ên sîyasî yên wê serdemê ku li vî bajarî qewimîne û ev bajar çawa bûye pêgeheke serekî ya wan bûyer û guhertinên sîyasî yên wê serdemê, dike. Di destpêkê de behsa navê bajêr hatîye kirin ka çawa vî bajarî karîye wekî bajarekî serekî yê herêma Cezîreya Firat pêşkeve. Her wiha, wê behsa dîroka dagirkirina Heranê ya ji hêla hêzên Îslamî ve, rîwayetên li ser bajêr û fikra xelkê bajêr piştî girtina bajêr û beşdarîya xelkê di bûyerên sîyasî û leşkerî yên wê demê de bê kirin. Ji bilî van mijaran, dîroka bajêr a serdema Emewîyan dê were ronîkirin ku wê demê bajar dîyartir û bibandortir dibe. Lewre bajar ji hêla îdarî ve pêgeheke bihêz bi dest dixe û heta di guhertinên dîyar û serekî yên bûyerên dîrokî yên avakirina şaristanîyeta Îslamî de cî digre. […]