Bibîrxistinên Evrim Alataş Çi li ber me Dixin?
FEXRÎYA ADSAY
Dibe ku careke din wext hatibe em li dû xwe binêrin û çav li rabirdûyê bigerînin. Îro em çiqas li ser ‘îro û pêşeroj’a xwe li hev nekin, ewqas pêwîst dibe em li dû xwe vegerin. Ma kîjan pirsgirêk an nîqaşên îro dikare ji hegemonyaya rabirdûyê xilas bibe. Em çiqas jê dûr bisekinin, nexwazin wê bibînin jî, wê hukmê xwe li ser îro danîye ji zû ve. Wer xuyaye, em heta hesabê xwe yî bi dîrokê re nebînin, mejîyê me wê zelal nebe an belkî em ê nizanibin ka em îro çawa qala çi dikin.
Romana Evrim Alataşê Her Dağın Gölgesi Denize Düşer [Sîya her çîyayî dikeve ser deryayê] (2009, Îletişim, Stenbol) henceteke baş e ku mirov derîyê hin nîqaşên derbarê do-îro de veke, çend gotinan bike. Naveroka romana Alataşê bi sala 1994a vedibe lê 30-40 sal şûn ve diçe, tê dîsa li 1994a disekine. Her çiqas piştî demeke kurt piştî avabûna Komara Tirkîyeyê, bi destpêka nifûzkirina Komara nû li Kurdistanê dest pê bike jî, giranî li ser 30-40 salên dawî ye. Helbet cîûwarê romanê ne hemû Kurdistan e; Meletî, bi taybetî jî navçeya wê Akçadağ û gundê wê Gölpinar e, gundekî Kurd-Elewî ye. Gund mekana serekî ye û hemî bûyer li dor du malbatên serekî diqewimin. […]