Selahattin Demirtaş û Seher an Sîyaset û Seher
FEXRÎYA ADSAY
Sehera Selahattin Demirtaş, ji ber nasnameya nivîskarê wê ya sîyasî, peywenda sîyasî û cîvakî ya li Tirkîye û Kurdistanê û helbet elaqeya xwîneran bo wê, xwe li ser mirov ferz dike ku mirov derbarê wê de binivîsîne. Seher, dîsa ji ber nivîskarê wê, ku hevserokê mezintirîn partîya legal a Kurdên bakurî ye, ger elaqeyeke ewqas mezin nedîtiba jî heq dikir li ser bê sekinandin. Sedemên populerîteya wê an himbêzkirina wê ji alîyê girseyeke mezin (dema ev nivîs hat nivîsandin ji 130 hezar hebî zêdetir hatibû firotin) bêtir hewce dike bên nîqaşkirin. Ev nivîs wê ne nivîseke “bêalî” an tenê ji bo xatirê wêjeyê be; çawa ku ev bo xwînerên wê jî, bo kesên heta niha derbarê wê de nivîsandine jî ne sedema bingehîn be, ev ê bê îzehkirin. Belkî ji wêjeyê bêtir wê qala sîyasetê bê kirin. Dibêjim, populerbûna Seherê li derveyî populerbûna sîyaseta Kurd a li Tirkîyeyê ku Selahattin Demirtaş temsil dike, zehmet e bê şîrovekirin û dema pirtûk tê xwendin jî dîyar dibe ku çîrokên di Seherê de dikare wek peyamên sîyasî û civakî lê di nav kirasê wêjeyê de bên xwendin. Ev peyam in ku ji alîyê çepgirên Tirkîyeyî wek ‘serkeftin’ekê tên xwendin. Di vê nivîsê de ez ê li ser nivîsên derbarê wê de bisekinim û hewl bidim di ser van nivîsan re fam bikim ka Seher çi temsîl dike, xîtabî kê dike. Bi ya min pirsên esasî an alîyên divê em bêtir li ser rawestin ev in, ne ziman (çima ne Kurdî!) û nasnameya weşanxaneya wê ku babetên talî ne li ber pirsên jor. […]