Sadatê Nehrî an Geylanîzadeyên Kurdistana Navendî
MARTIN VAN BRUINESSEN
JI ÎNG.: YUSIV HEMED
Malbateke aliman, ku îddîa dikin koka wan digihê Evdilqadir Geylanî, dawîya sedsala 19emîn û serê sedsala 20emîn de roleke polîtîk û sereke lîst di dîroka Kurdistana navendî de. Wek Sadatê Nehrî hatin nasîn, li ser navê gundê Nehrî yê li herêma Şemdînanê ku lê bi cî bûbûn. Şêx Ubeydullahê Nehrî serkêşîya tevgera 1880yê kir ku wek yekem serhildana neteweyî ya Kurdan tê zanîn. Law û nevîyên wî jî rolên mezin lîstin di tevgera Kurdan de ku bi vê re, rewşa xwe ya aborî û polîtîk zexm kirin.
Em piranîya agahîyên xwe yên ser dîrok û şecereya vê malbatê dispêrin Basile Nikitine ku di salên 1915-1918an de li Ûrmîyeyê konsûlê Rûsî bû û li wir melayekî zana yê bi navê Seîd Qazî nas kir di nav penaberên şer ên Tirkîyê de ku ev mela ji Nehrîyê bû. Mela Seîd bû mamosteyê Nikitine û bi daxwaza wî çend deq nivîsîn li ser jîyana civakî û olî ya Kurdistana navendî ku dû re Nikitine wergera wan weşand (Nikitine û Soane 1923; Nikitine 1925a, 1925b). Helbet ne seyr e ku Sadatê Nehrî di navenda van gotinan de be lew Mela Seîd di dema Mihemed Sidîqê Ubeydullah de li Nehrîyê mamosteyekî oldar bû. […]