“Kurd xwe Winda Dikin, Amade ne xwe ji bo Tirka Fîda Bikin”
Hevpeyvîn li gel Kazim Oz li ser Fîlmê Zer
PIŞTÎWAN KEMAL
JI SORANÎ: EYYUP SUBAŞI
Li Fêstîvala Dihokê fîlmê Zer ê Kazim Oz hate nîşandan. Her li wir min çav bi derhênerê fîlm ket û me dest bi gotûbêjê kir li ser ezmûna karkirina wî di sînemayê de; bi taybetî jî li ser çawanîya çêkirina fîlmê Zer. Zer fîlmekî balkêş e ku tê de hewl dide bi awayekî din dîroka Kurdan bo te vebêje. Karesatek ku berê hatîye serê vê neteweyê, ew hewl dide bi rêya stranekê bo te vebêje. Ew dibêje: Tiştên ku heta niha me Kurdan dîtine û em tê de jîyane, di dîroka me de di muzîk û stranên me de hatine tomarkirin. Ji ber vê hokarê ye ku muzîka me û muzîka gelên din wekî hev nînin.
Oz vê gotinê bê sedem nake. Fikra çêkirina fîlmê Zer di encama çêkirina belgefîlmekî de li ba wî çêbûye bi navê Dûr. Li gundan gerîyaye ji bo ku wan muzîk û stranên Kurdî yên bicîmayî peyda bike ku hatine feramoşkirin. Wek Kazim Oz bi xwe dibêje: Mijarên têkildarî Kurdan tenê di gundan de mane. Rewşa nav bajaran gelek xirab bûye û hert tiştê têkildarî dîrok û çanda Kurdan hatîye guhertin. […]